Li Sergolan û Bazarcixa ku ji erdhejê bi giran bandor bûn gundên li ser piyan man jî hene! 2023-02-25 16:56:32   MEREŞ - Li navçeyên Sergolan û Bazarcix ku gelek gundan xesareke mezin dît, li hin gundan jî bêje temamê xaniyan li ser piyan e. Hate diyarkirin ku li gundên Kizirli, Aptolar, Xalîkon û mezrayên wan û gundê Şalliûşagi hema bêje ji bo gelek kêm malan rapora xesarê hatiye dayîn.    Li navçeya Bazarcix a Mereşê hilweşîna avahiyên bixeser didome. Xirbe Bazarcixa jorîn tên valakirin. Bazarcixî valakirina xaniyên ku rapora xesara giran danê û ji bo hilweşînê li benda dora xwe ne didomînin. Weke li Bazarcixê lig undan jî mirov ji ber erdhejokan hêj jî li der ve ne. Li gundê Kizirli yên girêdayî navçeyê tenê dîwarê çend avahiyên kevin hilweşiyaye û kes lê nemirî ye. Lê ji ber hin xanî bi xesareke giran in wê bên hilweşîn.   ‘EM HÊJ DI KONAN DE DIMÎNIN’   Hatîce Karakaya ku ji bo xaniyê wan ê 30 salî û gova wan rapora bi xesara giran hatiye dayîn, diyar kir ku şerîda ewlehiyê hatiye kişandin û wiha got: “Beşa ku em weke depo bikartînin saxlem e lê xanî û gova ku em lê rûdinin xesareke zêde gihiştiyê. Belge bi me dan îmzekirin ‘heke tiştek bi me were berpirsyarî ya me ye’. Me jî ji wan re got em biçin ku derê. Mecbûr me şerîda ewlehiyê rakir û ji malê pêdiviyên xwe bi cih tînin. Em hêj di kon de dimînin lê em nizanin em ê çi li sewalên xwe bikin. Di vê pêvajoyê de zarokên me jî nexweş bûn.”   BI ÇAR ZAROKÊN XWE RE 19 ROJAN DI ROMORK DE JIYA    Sîbel Okenek jî da zanîn ku bi çar zarokên xwe û hevjînê xwe ve 19 rojan di romorkê bi kon pêça bû de man û wiha got: “Em li Dîlokê dijiyan, ji ber me nekarî debara xwe bikin em hatin vir û weke kirêdar hatin vê malê; lê niha ew jî bi xesar e. Ax tebiqî ye. Ji bo mala xezûrê min jî biryara hilweşînê dan. Erdhejê em perîşan kirin. Di vî romorkî de 6 kes dijîn. Yek nexweşê dil e, yek nexweşê astimê ye çar zarok hene. Tevî ku me gelek caran serî lê dan duh ji me re konek hat û em ê îro vedin.” Pişt re em çûn mezraya Aptolar, em hîn bûn ku xaniyên hilweşiyane nînin lê xaniyên xesareke giran gihiştinê hene.    LI XALIKON Û MEZRAYÊN WÊ GELEMPERIYA XANIYAN SAXLEM E   Ji wir em derbasî mezrayên Kirîkon û Sorkûn ên girêdayî gundê Xalîkon ê 100 xanî lê hene yê navçeya Sergolan a Semsûrê dibin. Li Xalîkonê xaniyên ku hilweşiyan e nînin, xaniyên ku rapora bi xesara giran danê jî gelek kêm in. Yek ji şêniyên gund Hasan Kaymaz wiha got: “Çar mezrayên gundê me Xalîkon hene. Sorkûn, Kirîkon, Gundê Cerrê û Kîlolar. Di nava Sergolan û Bazarcixê de ne. Ji navenda erdhejê 20 kîlometreyan dûr e. Gelek şukur li gundê me pirsgirêkeke mezin nîne. Li mixabin ji hin gundiyên me yên li Serêgolan û Bazarcixê dijiyan kesan jiyana xwe ji dest daye.” Kaymaz, anî ziman ku gelek kesên ji Dîlok, Sergolan û Bazarcixê hatine li gundê wan bi cih bûne hene û diyar dike gundî bi ewle dibînin.    LI KRÎKONÊ 3 XANÎ HILWEŞIYAN KES NEMIR   Pişt re em derbasî mezraya Kirîkon a 3 xanî lê hilweşiyan bûn. Huseyîn Hazar ê got bi hevjîna xwe re tenê dijî, dema bihîst ku em ji Amedê hatine bi hestiyar bû û got ‘dibêjin li wir jî gelek kes mirine”. Hazar diyar kir ku derbarê mala wî biryara hilweşînê hatiye dayîn lê di derxistina tiştên xwe de zehmetiyê dikişîne û wiha got: “Kon dan me lê em nikarin vedin, pîr in. Min wesayîtek kirê kiriye her êvarî me dibe Çiyayê Kanî û serê sibê me tîne.” Hazar anî ziman ku li gund 3 mal hilweşiyan e le kes miriye.    LI MEZRAYA SORKÛN BAWERIYA XWE BI XANIYÊN KÊM XESAR NAÎNIN!   Em dû re derbazî mezraya Sorkûnê dibin. Li mezaraya nêzî 40 xanî lê hene xaniyên hilweşiyayî tune ne lê xaniyên xesareke zêde gihiştiyê hene. Huseyîn Ekîncî da zanîn ku ji hin xaniyan re rapora kêm xesar gihiştiye wan dane lê ne di rewşeke ku lê rûnin de ne. Ekîncî, anî ziman ku dema li Hatayê li cem keça xwe bû erdhej çêbûye û başke ku tiştek nebûye. Haci Kûp diyar kir ku ew ji bo îtiraza biryarên der barê malên xwe de çûne navenda krîzê ya li Qeymeqamtiya Bazarcixê û piştre ji wan re hat ragihandin ku ew dikarin bi rêya e-dewletê îtirazê bikin û got: “Lê hêj beşa îtirazê nehatiye vekirin. Em li bendê ne.”   LI GUNDÊ ŞALLIÛŞAGIYÊ AVAHIYÊN HILWEŞIYAYÎ NÎNIN   Pişt re em derbasî gundê Şalliûşagi yê navçeya Bazarcixê ku 400 xanî lê ne bûn. Li gund temamê xaniyan li ser piyan e. Gundiyan diyar kirin ku hema hema temamiya gund ji avahiyên nû pêk tê û windahiya can nîne. Li gundê ku ciwan li meydanê rûdinin û zarok li qada parkê dilîzin, xebatên ji bo hîmê xaniyên nû dewam dikin.    MA / Abdûrrahman Gok - Rûkiye Adiguzel