Ji bo avahiyê li ser xeta fayê xijiyayî rapora ‘nîvxesar’ dan 2023-02-26 09:43:21   MEREŞ - Li ser xeta fayê erd bi qasî 30 metreyan qelişî ye û ev yek di nava gel de rê li ber tirseke mezin vedike. Ji bo avahiya bi qasî 2 metreyan xişiyaye jî rapora “nîvxesar” hatiye dayîn.    Di erdheja Mereşê de li tevahiya herêmên xeta fayê jê re derbas bûye erd gelek qelişî ye. Li ser xeta fayê ku ji navçeya Cela ya Mereşê dest pê dike û heta gundên Îçmeler, Nergele, Gozpinarê dirêj dibe û ji gundê Bariş ê Nûrheqê heta Çiyayê Nûrheqê dom dike,  li gelek deveran bi qasî 15 metreyan û li hinek deveran jî erd bi qasî 30 metreyan qelişî ye.    Xeta fayê ya ku li girên bilind ên navçeya Celayê rê li ber qelişînên mezin vekiriye, bi taybet jî li gundê Îçmeler a Navîn di nava zeviyan de derbas bûye û korên pir kûr çêkiriye. Kevirên ku ji çiyayan hatin xwarê, heta nava gundan jî hatine. Her wiha gelemperiya avahiyên li ser xeta fayê bi metreyan xişiyane û hinek avahî jî di nava xeta fayê de çûne. Xelişînên li ser xeta fayê û avahiyên bi metreyan xijiyayîn, ji hêla ajsan me ve hatin kişandin.    MALA LI SER XETA FAYÊ   Ji bo avahiyên li ser xeta fayê ku dîmenê wan ji bo mirovan sehmê çêdike, rapora “nîvxesar” hatiye dayîn. Ji ber xeta fayê ya ji navçeya Celayê derbas dibe, avahiyeke 2 qet ji milê rastê ve 5 metreyan û ji aliyê peşve jî 6 metreyan xijiyaye. Di xebatên tespîtkirina xesaran a du roj berê hatiye kirin de jî ji bo avahiyê behsa xeberê rapora “nîvxesar” hatiye amadekirin.    Ev rapora ji bo vê malê hatiye dayîn, dîsa pirsa “Gelo ev tespîtên xesarê çawa tên çêkirin?” di serê xelkê herêmê de çêkir. Xwediyê malê Îmam Tepe, li mala xwe dinêre û vê pirsê dike; “Gelo tişta ku em tevek dibînin, ma ew nabînin?”    Tepe, wiha qala serpêhatiya xwe kir: “Em li malê bûn û dema xeta fayê teqiyayî, korên pir kûr çêbûn. Di wê navberê de mala me xişiya. Em 17 kes di malê de bûn. Me bi zor û zehmetî canê xwe xelas kir. Piştî em derketin me dît bê ka mal ji ku heta ku derê xijiyaye. Jixwe her tişt li ber çava ye. Ji bo tespîtkirina xesarê hatin vê derê û rapora ‘nîvxesar’ dan.”    ‘MA TIŞTA KU EM TEVEK DIBÎNIN EW NABÎNIN?’    Li ser vê yekê me pirsa “Ma we nîşan neda bê ka avahî çawa xijiyaye?” ji Tepe kir û wî jî wiha bersiv da: “Ma ez ê nîşanî wan bidim. Ma wan bi xwe nedît? Em li dijî vê raporê derketin. Lê heta niha tu kes nehatiye. Me ev der nîşanî tîma hatibû vê derê da. Gotin ku erd bi qasî 15 metreyan qelişî ye. Ev der tevek rast bûn lê niha xwar bûne. Min avahiyê xwe du sal berê çêkiribû û min hêj deynê wê nedaye. Gelo ma dewletê pê çênabe du endezyarên hişê wan li serê wan bişîne vê derê? Ez 75 salî me û nikarim ji cihê xwe rabim. Tevî zarokên xwe di bin konê de dimînin.”    DI KORÊN FAYÊ DE ÇÛN    Gelemperiya malên gundê Mîralî yê Nûrheqê bi metreyan xijiyane ku xeta fayê di naverasta gund re derbas dibe. Her wiha li gund qenaleke dirêj a bi firehiya 3 metreyan vebûye. Avahiyeke du qet a li ser xeta fayê bi temamî di cihê qelişî yê fayê de çûye û li qontarê çiyê jî gelek qeliştekên fireh çêbûne. Ji şêniyên gundê Mîraliyê Haci Elma ev tişt anî ziman: “Gundê me rast bû lê korên pir kûr lê çêbûn û taxa niha tebiqî ye. Min bi çavên xwe dît bê ka xeta fayê ji rojhilat ber bi rojava ve çawa erd qelaştiye. Êdî kesek nema dikare di van avahiyan de bimîne. Hema hema tevahiya avahiyên li ser xeta fayê bi qasî 5-6 metreyan xijiyane. Heta qelaştekên li çiyayan ser xeta fayê çêbûyîn jî mirov bi zelalî dibîne.  Bakurê gund hema hema bi tevahî qelişî ye.”    MA / Adnan Bîlen