Ersoy a HDP’î: Divê kesên efûya îmarê derxistin jî bên darizandin 2023-02-26 10:26:06   MEREŞ - Parlamentera HDP’ê Oya Ersoy diyar kir ku îktîdarê raporên zanistî paşguh kiriye û wiha got: “Bi rêya efûyên îmarê û muafiyetên bacê welêt ber bi hilweşînê ve birin. Divê yên ku ev rayeye dan û kesên qanûn derxistin jî bên darizandin.”    Di encama erdhejên Mereşê de navçeya Elbistanê wêrane bû û li gorî daneyên fermî, di encama erdhejan de li navçeyê 924 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li hêlekê xebatên rakirina kavilan berdewam in û li hêla din jî ser xirbeyên derdixînin derveyî bajar jî polîs û leşker disekinin. Heta niha jî pêdiviyên sereke yên mexdûrên erdhejê nehatine bicihanîn. Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Stenbolê û endama Komîsyona Hawirdorê ya Meclisê Oya Ersoy, diyar kir ku raporên zanistî yên ku ev 22 sal in hatine pêşkeşkirin, ji hêla îktîdarê ve nehatiye pêşçavgirtin.    ‘GUH NEDAN RAPORÊN ZANISTÎ’   Ersoy, diyar kir ku tu planên AKP’ê yên beriya karesatê û piştî karesatê nebûn û wiha got: “Di serî de endezyarên jeolojiyê, gelek rêxistinan di sala 2022’yan de ji bo Mereş, Elbistan û Antakyayê raporên zanistî pêşkeşî Wezareta Hawirdor û Bajarvaniyê kirin. Lê temamiya van raporan paşguh kirin. Endezyarên jeofîzîkê bi taybet jî ji partiya îktîdarê re ‘Qanûna Xeta Fayê’ şandin lê ev qanûn derneket. Bajar, li gorî rastiya erdhejê nehatin avakirin. Tekane tişta ku îktîdarê di van 22 salan de kirî; razemeniya înşaet, maedn û sektora înşaetê bû. Mitehit û şîrketên enerjî û madenê dewlemend kir.”    ‘KARESATA HERÎ MEZIN REJÎMA QESRÊ YE’   Bi domdarî Ersoy da zanîn ku HES, santralên nukleerê û maden li deverên nêzî xetên fayê hatine çêkirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heke li van deveran xetên fayê bişikên, dê bi xwe re encamên pir giran bînin. Siyanûra li çiyayên Kazê xetere ye, HES û santrala termîkê ya li Afşînê xetere ne. Em dibînin bê ka ev xeteryeke çiqas mezin e. Heke tu ne li gorî aqil û zanistê lê li gorî berjewendiyên sermayeyê tevbigerî, dê bi encamên wiha re rû bi rû bimînî. Karesata herî mezin a vî welatî, rejîma qesrê ye. Erdogan dibêje ku avahiyên beriya salên 99’an hilweşiyane. Ev gotin, dereweke mezin e. Ji bo rêvebirina karesatê digotin; ‘em amade ne’ û li ser televîzyonan tetbîqet dikirin. Me di nava 3 hefteyan pir baş fêm kir bê ka ev kiriyarên wan çiqas vala ne.”    ‘BILA BERPIRSYAR BÊN DARIZANDIN’    Ersoy, axaftina xwe wiha qedand: “Îktîdarê, bacên erdhejê veguherand ‘Baca Ragihandina Taybet.’ Îktîdarê bi rêya efûyên îmarê yên li pey hev û bi muafiyeta bacê re ferasteke hewînê ya li ser bingeha rantê pêş xist. Tekane berpirsyarên vê wêraniyê, rejîma yekzilamî ye. AKP’ê tu carî ‘veguherîna bajar’ nekir. Em ê destûrê nedin ku ev îktîdare veguherîneke li ser bingeha xerakirina çanda bajar û rantê ava bike. Vê îktîdarê di nava 22 salan de welêt ber bi hilweşînê ve bir. Êdî em nikarin yek deqeyê jî tehemûla wê bikin. Li 10 bajarên welêt bi qasî 2 rojan li kolanan tenê qêrînên gel hebûn. Heke îktîdarê dengê wan nebihîstibe, wê demê nikare ji bo erdhejê tu tiştekî bike. Ne dikare pereyên hatine berhevkirin xerc bike û ne jî înşaetên nû. Ji ber ku tiştên kirin, di heman demê de temînata tiştên ku dê bikin in. Em bajarên ku dê dîsa bihilweşin naxwazin. Ji kesên raye dayîn heta kesên qanûn derxistin, ji mitehitan heta her kesên berpirsyariya wan di vê wêraniyê de heye, divê tevek bên darizandin.”    MA / Yusra Batihan