Mexdûrê erdhejê ku karkerê înşaetê ye: Berpirsyartî ya şaredariyan e 2023-02-26 12:43:33   MEREŞ - Hosteyê înşaetê Alî Balta got ku di erdhejê de tiştek bi mala wî ya li Mereşê nehatiye û wiha got: “Çareserî di destê şaredariyan de ye. Hewce nake ku li wesayîtên luks siwar bibin û forsa xwe biavêjin. Divê bixebitin û endezyaran bigihînin.”    Di encama erdhejên Mereşê de li 11 bajaran zêdetirî 44 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan, sehezaran kes jî birîndar bûn. Li gorî rapora Beşa Zanista Sereke ya Endeziyariya ERdhejê ya Zanîngeha Bogazîçiyê, li Mereşê 45 hezar û 800 avahî hilweşiyan an jî xesareke mezin gihiştê.    Mexdûrê erdhejê Alî Balta ku 25 salan li Almanyayê karkeriya înşaetê dikir, got ku ji bo venêrînê peywireke mezin dikeve ser milê şaredariyan.    DIVÊ LI GORÎ PROSEDÛRA KAR TEVBIGERIN   Balta, bal kişand ser xîzê di înşaetan de tê bikaranîn û wiha got: “Ez li kanên xîz ên 25 sal berê li herêmê hatine dîtin geriyam. Xîzê bigêl û biax dihat hilberandin. Heke xîzê di înşaetan de tê bikaranîn paqij nebe, di hejiyaneke herî biçûk de avahî hildiweşin. Niha ji ewil dîwaran çêdikin û stûn û kîrîşan jî navêjin navbera wan. Dema erdhejeke biçûk çêdibe jî mîna xelekekê bi hev re ditebiqin. Hewceye hûn xwedî tecrûbe bin. Nabe ku hûn mûçeyê xwe wergirin û serê xwe hejînin. Ji Xwedê bitirsin. Banga min ji bo rayedaran e; vê meseleyê vekolin. Ez 25 salan li Almanyayê karkerê înşaetê bûm. Di avahiya min de yek xîzikek jî çênebûye. Xebatkarên lêgerîn-rizgarkirinê yên hatin vê derê jî li mala min man. Ji ber ku min di hîmê avahî de gelek hêsin bi kar anî. Lewma şêniyên taxê digotin min tu dînî. Digotin; ‘ma mirov ewqas pere xerc dike.’”   BERPIRSYARTÎ YA ŞAREDARIYAN E   Herî dawî jî Balta ev tişt anî ziman: “Ji bo çareseriyê, berpirsyartiya herî mezin a şaredariyan e. Li şûna ku li wesayîtên luks siwar bibin û forsa xwe biavêjin, bila karê xwe bikin û endezyaran bigehînin. Dema me mala me çêdikir min got dê bidim endezyarekî. Lê endezyarî got; ‘ez ê tenê projeyê xêz bikim û xwe daxilî tiştên din nekim.’ Lewma ez lêve bûm û min bi xwe çêkir.”