Li Mereşê cenaze ji bin kavilan derdikevin: Bi sedan kesên winda hene 2023-02-26 19:37:26       MEREŞ - Li Mereşê ji bin kavilan 3 kes jê penaberên Sûriyeyê 5 cenaze hatin derxistin û tê diyarkirin ku bi sedan kes li bajêr winda ne.    Li navçeya navendî Onîkîşubatê ya Mereşê ji sedan avahiyên hilweşiyayî kavil tên rakirin. Gelek dikandar û welatî jî di nava vê xirecira rakirina kavilan de li eşyayên xwe digerin û hewl didin derxin. Ji bin kavilek li Cadeya Azerbaycanê cenazeyên 3 kesên ji Sûriyeyê hat derxistin. Ji bin kavilek din jî ku li heman kolanê ye cenazeyê 2 kesên din jî hat derxistin. Cenazeyên hatin derxistin rakirin morga nexweşxaneyê.   Tê diyarkirin ku hê jî li bajêr gelek mirov di bin kavilan de ne û bi sedan kes li bajêr winda ne. Tê gotin li gel penaberên ji Sûriyeyê her wiha 5 kesên ji Somalî û bi giştî 12 welatiyên biyanî di bin kavilan de ne.    Huseyîn Atlama ku li bendê ye ku makîneyên matbaya xwe ji bin kavilan derxe diyar kir ku gelek mirov hê jî di bin kavilan de ne.