Togrûl: Hişmendiya AKP’ê û MHP’ê ya genî bandora erdhejê mezin kir 2023-02-27 09:00:45   DÎLOK - Parlamenterê HDP’ê yê Dîlokê Mahmût Togrûl diyar kir ku di erdhejê de ji ber derengmayîna dewletê bi hezaran kes jiyana xwe ji dest dane û got: “Tu tevdîr nehatine girtin, hişmendiya AKP’ê û MHP’ê ya genî bandora erdhejê mezin kir.”   Erdhjên ku di 6’ê Şibatê de navenda wan Mereş bû bandoreke mezin li ser bajarên Kurdistan, Tirkiye û Suriyeyê kir. Piştî ku erdhej qewimî ji ber ku mudaxileya erdhejê dereng hat kirin gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha ji bo mexdûrên erdhejê jî alîkarî nehat kirin, bi sed hezaran kes tevî serma û seqema dijwar jî li derva man û pêdiviyên wan ên rojane nehatin temînkirin. Tevî vê yekê jî alikariyên partiyên siyasî û saziyên sivîl ku ji bo maxdûrên erdhejê amade kiribûn jî ji aliye desthilatê ve hatin astengkirin.  Tevî ku 21 roj di ser erdhejê re derbas bûne jî hê jî di bin kavîlan de mirov hene û kon negiheştine gelek kesan.    Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dîlokê Mahmût Togrûl têkildarî astengkirinên alîkariya partiya wan û derengmayîna mudaxileya erdhejê ya dewletê ji ajansa me re axivî.   ‘ERDHEJ DIYAR BÛ’   Togrûl anî ziman ku gelek zanistên erdhejê berî erdhejê heşyariya erdhejê kirine lê tevî vê yekê amadekariyên erdhejê nehatine kirin û wiha got: “Zanistên erdhejê ji bo 2 deveran yek navçeya Kanîreşa Çewligê û ya din jî navçeya Sergolan a Semsûrê û Aksûya Hatayê hişyarî dabûn. Lê tevî ku erdhej diyar bû jî amadekarî nehatin kirin.  Piştî erdhejê hat zanîn ku tu amadekariyên desthilat ji bo erdhejê tune bûne. 72 seatan dewlet li cihên erdhejê organîze nebû û tîmên rizgarkirinê neçûn li hawara mexdûrên erdhejê.”   ‘TU TEDBÎR NEHATIN GIRTIN’   Togrûl destnîşan kir ku sedema dereng mudaxilekirina dewletê yek jî pergala navendîbûna dewletê bû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Piştî 72 seatan tîmên ku hatin cihên erdhejê jî ne amadebûn û ji ber ku li benda biryara navendê bûn. Bi seatan nîqaşên kê biçe ku kirin. Yanî bifikirin tîmek diçe Islahiyê li wir di bin kavilan de mirov hene lê mudaxile nake ji ber ku kesên berpirsyar nahêlin, dibêjin hê nediyare hûnê biçin ku. Kesên ku di erdhejê de bi bandor bûn ji aliyekî li ber kavilên ku xizmên wan di bin de ne bûn ji aliye din ve jî birçî man û li ber seqema dijwar man. Ji ber dereng mudaxile hat kirin, gelek mirovan jiyana xwe ji dest da û cenazeyên wan ji bin kavilan hatin derxistin. Yanî tu tevdîr nehatine girtin, hişmendiya AKP’ê û MHP’ê ya genî bandora erdhejê mezin kir.”   ‘DEWLETÊ ALÎKARIYA JI BO MAXDÛRÊN ERDHEJÊ ASTENG DIKE’    Togrûl bal kişand ser astengkirina alîkariyên partiya wan ku ji bo maxdurên erdhejê dişîne û wiha pêde çû: “Piştî ku dewlet û AFAD’ê organîze bûn vê carê alîkariyên partiya me jî di nav de yên saziyên sivîl ku ji bo maxdûrên erdhejê kom kiribûn asteng kirin.  Roja 3’an a erdhejê me serdana navçeya Nûrdagiya Dîlokê kir. Li wir welatiyan ji me re gotin, kon hene lê soba tune ne, li ser vê yekê em bi Koordinasyona xwe ya krîze re ketin tekiliyê û me sobe xwestin. Li Sêrt û Elihê tirek û kamyoneke sobe hatin şandin lê ew sobe hemû di teketina Dîlokê de 48 seat sobayên me hatin sekinandin û kesên ku li benda sobeyan bûn jî di wê sermayê de di konên xwe de bûn. Me ji wan re jî got hûn li ku bixwazin em ê li wir belav bikin lê gotin em li benda biryara navendê ne. Pişt re jî ew sobe birin depoya AFAD’ê, niha em nizanin gelo ew sobe gihîştin ber destê kesên hewceya wan bi sobeyan hene an na.”   ‘HÊ JÎ PEDIVIYÊN MAXDÛRÊN ERDHEJÊ NEHATINE BICIHANÎN’    Togrûl behsa girîngiya rêveberiyên xwecihî kir û axaftina xwe wiha domand: “Divê pergala navendîbûna dewletê êdî bê nîqaşkirin. Em weke HDP’ê siyaseta xwe di kolanan de didin destpêkirin û girîngiyê didin rêveberiyên xwecihî ji ber wê jî em pir baş organîze bûn û di destpêkê de me xwe gihand maxdûrên erdhejê lê ji ber ku pergala dewletê li ser biryara navendî ye, mudaxileya li erdhejê jî dereng hat destpêkirin. Divê ji ber vê yekê edî nîqaşên pergala navendîbûna dewletê bê nîqaşkirin. Ji ber ku amadekariyên dewletê li Kurdistanê li ser ewlehiyeyê ne tu tedbîr û mudaxile nehat kirin.  Li dijî vê bê amadebûna dewletê di nav civakê de amadekariyek bi lêzgînî çêbû û hem dilxwazên erdhejê hem jî gelek alîkarî gihîştin cihên erdhejê. Tevî ku 21 roj di ser erdhejê re derbas bûne jî hê jî pediviyên maxdûrên erdhejê ên weke kon û pediviyên jiyanî nehatine bihanîn. Kon jî ne mayindê ne divê cihên konteyniran bên temînkirin lê tu xebateke bi vî rengî jî tune ye.”   ‘PERE KOM KIRIN LÊ AMADEKARÎ NEKIRIN’   Togrûl di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku piştî erdheja Marmarayê dewletê baca bi navê baca erdhejê derxist û ev tişt anîn ziman: “Di sala 2020’an de min li Meclisê jî got, 65 milyon dolar bacên erdhejê hatine komkirin. Lê mixabin ew pere çi bû nayê zanîn. Pereyekî zêde hat komkirin lê tu amadekarî jî nehatiyekirin. Qeyûm tayînî hemû şaredariyên me hatin kirin. Tenê şeredariya Silopiyeyê di destê me de ma, niha şeredariya me ya Silopîyayê rojê 3 caran xwarinê dide maxdûrên erdhejê. Heke qeyûm tayînî ser şaredariyên me nehatina kirin, me dikaribû demildest alîkariya gelê xwe bike û pediviyên wan bicih bînin.”    MA / Mahmût Altintaş