'Em jî wek Fîganî êdî dibêjin Ax û Fîgan’ 2023-02-27 09:01:13 MEREŞ - Şêniyên gundê Bîragenî ku di heman demê de gundê nivîskar Fîganî ku bi strana “Ax û Fîgan Dîlber” tê nasîn gotin: “Mîna ku Fîganî gotiye em jî êdî dibêjin Ax û Fîgan.”    Ji ber erdhejê gundên navçeya Elbistanê ya Mereşê vala bûne, kes lê nemaye. Pir hindik kes mane. Hê jî tengezariyên li hin gundan berdewam dikin. Yek ji van gundan jî gundê Bîragenî û Dervîçîmlî ne. Gundê Bîrageniyê gundê nivîskar Fîganî (Alî Hakî Edna) ye ku bi strana xwe ya “Ax û Fîgan Dîlber” tê nasîn e. Ji roja ev gund ava bûye ve her tim xelkê wê jê koç dike. Di erdhejê de gund bi temamî vala bû. Mal û axûrên gund hilweşiyan e û yên mane jî kes nikare lê bimîne.    ‘ÊDÎ EM Ê JÎ BÊJIN AX Û FÎGAN’    Li gund tenê du malbat mane. Ev malbat jî dibêjin heke çareserî bo wan neyê peydakirin dê ji gund koç bikin. Malbat neçar in ku heywanên xwe bixin axûrên xesar dîtî û heta niha tu rayedarek nehatiye gundê wan. Xelkê gund gotinên Fîganî bîr dixin û wiha dibêjin, “Em jî êdî wek wek ku mamoste Fîganî gotiye dibêjin, Ax û Fîgan.”    Welatiyên li gund mane ji ajansa me re axivîn û gazin û rexneyên xwe anîn ziman.    MA/ Adnan Bîlen