Pitik Zerya di 9’ê sibatê de mir lê nexweşxaneyê weke 6’e sibat qeyd kir 2023-02-27 10:56:30   MEREŞ - Di erdheja Bazarcixê de kalorîfer bi ser pitika 9 mehî de ket. Malbatê pitik bir nexweşxaneyê û bijîşkan jê re got; ‘rewşa wê baş e.’ Malbata ku vegeriyayî malê, 3 roj piştre anku di 9’ê sibatê de pitika xwe winda kir. Roja mirina wê jî li şûna 9’ê sibatê, weke 6’ê sibat hate qeydkirin.    Ji ber mudaxaleya dereng û xemsariyên di erdhejên Mereşê de, gelek kesan jiyana xwe ji dest dan. Welatiya bi navê Havva Îstî ku li Taxa Memîş Ozdag a Bazarcixê dijî jî ji ber terkexemiya piştî erdhejê pitika xwe winda kir. Di roja erdhejê de kalorîfer kete ser pitika Sîtî ya 9 mehî û rakirin nexweşxaneyê. Li nexweşxaneyê jê re “rewşa wê baş e” hate gotin û şandin malê. Lê belê sê roj piştre anku di 9’ê sibatê de pitikê jiyana xwe ji dest da. Mirina wê jî weke 6’ê sibat hate qeydkirin. Malbat dibêje ku ji bo nixûmandina terkexemiya xwe roja mirinê hatiye guherandin.    ‘JI DÛR VE LÊ NIHÊRTIN Û GOTIN BAŞ E’   Havva Îstî da zanîn ku di roja erdhejê de li mala xwe ya li Taxa Memîş Ozdag bûn û wiha qala wan kêliyan kir: “Zarokê min ê 4 salî dimeşiya û 2 zarokên xwe yên din jî min girtin hembêza xwe û em reviyan derve. Di erdhejê de kalorîfer kete ser keça min Zeryayê ya 9 mehî. Min got em dakevin xwarê, bila hewa hinek ronî bibe û dê paşê bibim nexweşxaneyê. Di wê kêliyê de ewrekî wisa reştarî hebû ku.. Em derdora saet 04.30’an daketin jêr. Hewa pir sar bû û em jî di wesayîtê de rûniştin. Saet derdora 09.00-09.30’an de em çûn Nexweşxaneya Bazarcixê. Me ji bijîşkan re got; ‘kalorîfer kete ser keça min, hûn dikarin lê binêrin?’ Ez pir tirsiyam ku tiştek pê bibe. Ji dûr ve li keça min nihêrtin û gotin; ‘Keça te baş e, tiştekî wê tune ye.’ Wê demê min qet texmîn nedikir ku dê keça min bimre.”    XISTIN NAV CENAZEYÊN DIN   Bi domdarî Îstî diyar kir ku piştî nexweşxaneyê derbasî gundê Kîzîrlî bûne û wiha domand: “Me 2-3 rojan tiştek ferq nekir. Di 9’ê sibatê de min mamayê wê dayê û nivand. Min ferq kir ku bêhnê nagire. Min tavilê rahiştê û bir Nexweşxaneya Bazarcixê. Bijîşkan qederê nîv saetê masaja dil kir. Ji min re gotin; ‘serê te sax be, me keça te winda kir.’ Piştre jî keça min birin cihekî din. Min keça xwe mereq kir û li pey wê çûm. Tîyê min ez asteng kirim. Piştre jî ji bo teşhîskirinê bang li min kirin. Nêzî 100 cenaze li wê derê hebûn. Di nava wan cenazeyan de xwestin ez keça xwe teşhîs bikim. Çima keça min a ku min bi destên xwe biribûn wê derê, di nava cenazeyên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane bi min dan teşhîskirin? Min ev yek fêm nekir. Min keça xwe teşhîs kir, cenazeyê wê wergirt û ji nexweşxaneyê derketin.”    BERTEKA LI DIJÎ SERSARIYA NEXWEŞXANEYÊ   Di berdewamê de Îstî wiha axivî: “Heke ji min re bigotina ‘rewşa keça te nebaş e’ an jî li tomografiya wê jî binihêrtina, dê bi zora min neçûya. Ji bo ku keça min nemire, kuder hewce bikira dê ez bi meşê biçûma wê derê. Keça min Zeryayê di 9’ê sibatê de jiyana xwe ji dest da lê li ser e-devletê weke 6’ê sibat hatiye qeydkirin. Heke roja ewil li keça min binihêrtina, dê keça min niha sax bûya. Ez ê giliyê nexweşxaneyê bikim.”    ‘KEÇA MIN JI BER TEKEXEMIYÊ MIR’   Bav Cûma Îstî jî niha li derveyî welat e, têkildarî mijarê ev tişt anî ziman: “Keça min ji ber terkexemiya bijîşkên nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. Heke li keça min binihêrtina dibûya ku niha hêjta bijiya. Keça min di 9’ê sibatê de jiyana xwe ji dest da lê wan weke 6’ê sibatê nivîsandin. Bi vê yekê dixwazin terkexemiya xwe ji raya giştî veşêrin.”    ROJA MIRINA WÊ ÇIMA HATE GUHERANDIN?   Li ser agahiyên malbatê, me xwe gihand belgeya ku ji hêla Serdozgeriya Komarê ya Bazarcixê ve hatiye amadekirin ku ser dîroka 6’ê sibatê hatiye xêzkirin û bi nivîsa destan 9’ê sibat li ser hatiye nivîsandin. Di belgeyê de wiha tê gotin: “Di 06.02.2023’yan saet di 04.20’an de li navçeya me erdhejeke mezin çêbû û kesên di bin kavilan de mane li cihê bûyerê hatine muayenekirin. Hat tespîtkirin ku cesed ê Zerya Îstî ye. Dikare destûrnameya definkirina cenazeyî were dayîn. “    Di dawiya belgeyê de 6’ê sibata 2023’yan hatiye nivîsandin lê piştre ser reqema 6’ê hatiye xêzkirin û di bin de bi nivîsa destan 9 hatiye nivîsandin.    Lê belê li ser e-devletê roja mirina pitik Zeryayê weke 6’ê Sibata 2023’yan hatiye nivîsandin.    MA / Rûkiye Adiguzel