Him bi erdhejê him jî bi nijadperestiyê re têdikoşin 2023-02-27 11:01:55 DÎLOK - Mûhammed Halîd û hevjîna wî yên sûriyeyî ku yekane malbat in li gundê lê dijîn tevî ji herkesê re hate dayîn nekarîbû xwe bigihînin kon pirsa “Qet rehm nemaye?”   Navçeya Nûrdagi ya Dîlokê piştî erdhejên li Mereşê çêbûn ser û bin bû. Gundê Çakmak ê girêdayî navçeyê jî xesareke mezin dît. Li gundê kes lê jiyana xwe ji dest neda piştî çar rojan kon gihandin gel. Konên ji aliyê AFAD’ê ve hatin şandin hatin belavkirin lê tevî 22 roj derbas bûn jî hêj kon nedane malbata sûriyeyî.    RASTÎ GOTINÊN NIJADPEREST TÊ   Mûhammed Halîd û hevjîna wî yên ji ber şerê berdewam dike di sala 2014’an de ji bajarê Helebê yê Sûriyeyê barkirin hatin navçeya Nûrdagiyê li gund şivantiyê dikin. Mûhammed Halîd diyar kir ku tevî ji gundiyan re dixebite jî ji aliyê wan ve nayên hezkirin, rastî gotinên nijadperest tê û wiha got: “Ji me re dibêjin ‘bicehnimin herin, bila ev ereb ji vir biçin’. Ez serê vê sibê çûm ku li jeneratora gund telefona xwe şarj bikim lê ez qewirandim.”   NEKARÎ KON BIGIRE   Halîd, da zanîn ku bi hemû karên gundî ve mijûl dibe li hemberî vê ji gundiyan tu pereyî jî nagire û bertek nîşanî helwesta gundiyan a cihekar da. Halid ê pirsa “Ma qet rehm nemaye?” pirsî li holika ku li baxçeyê xwe daniye dijî.    DAXWAZA ALÎKARIYÊ   Halîd, anî ziman ku ji ber helwesta êrişkar a gundiyan a li hemberî wan, alîkariya xwarinê ya tê gund jî nikare bigire û wiha got: “Dema em diçin cihê alîkarî lê tê belavkirin. Gundî naxwazin em bigirin. Dibêjin ‘neyên’. Em nêzî 10 sal in li vir in. Me çi tiştê kê dizî ye.” Halîd ê got “em nikarin şûşeyeke avê jî bigirin” xwest ku alîkarî bigihe wan jî.    MA / Firat Can Arslan