15 roj li ber kavilê mala xwe bêkon sekinî 2023-02-27 11:38:53   DÎLOK - Yeter Çalişkan a 65 ssalî ku dema erdhej çêbû ew bi tenê bû, bi saetan şûn ve ji bin kavil hat rizgarkirin û 15 rojan li ber kavilê li benda kon sekinî.    Li gundê Sakçagozu yê bi ser navçeya Nûrdagiya Dîlokê ve dema erdhej çêbû, Yeter Çalişkan a 65 salî li malê bi tena serê xwe bûye. Ew bi piştevaniya cîranên xwe çend saet şûn ve ji bin kavil hatiye derxistin. Çalişkan da zanîn ku hevjînê wê du sê meh berê jiyana xwe ji dest daye û zarokên wê jî li derveyî bajêr dijîn. Çalişkan diyar kir ku ew li ber kavilê mala xwe 15 rojan bi tena serê xwe bêkon û bêxurek maye û wiha got: “Min bi hewl da xwe bijîm. Ez birçî, tî mam. Cihek ez ê xwe lê germ bikin tune bû û kesekî min nebû. Heke ku cîranên min nanek bidana min dê bidana, nedana ez birçî radiketim.”    ‘EV DEWLETEK ÇAWA YE?’    Yeter rexne li dewletê kir û got: “Dewletê alîkarî neda min. Ez jî nizanim ez ê çi bikim. Ev dewletek çawa ye? Piştî ku lawê min hat ba min min xwe gihand kon. 22 roj tu alîkarî bo me nehatiye. Ev şerpezetiya min ne bes e, mala min bûye kavil lê rapora ‘bêxesar’ dane mala min. Lê raporên xesara giran didin malên saxlem. Lê malên ku hilweşiyane jî rapora bêxesar digirin.    MA / Firat Can Aslan