Pira piştevaniyê ya ji Almanyayê ber bi Narliyê ve 2023-02-27 12:31:20   MEREŞ - Haci Çoçelî yê di roja 5’emîn a erdhejê de ji Almanyayê hat bajaroka Narli ya navçeya Bazarcixê, bi koordînasyona KESK û HDP’ê tev geriya û bi wesayîta xwe malzemeyên pewîst gihand nêzî 100 gundan.    Di erdhejên bi pileyên 7,7 û 7,6 di 6’ê sibatê de li Mereşê çêbûn û bandor li 11 bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kirin de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dayî gihişt 45 hezar kesan û bi deh hezaran kes jî birîndar bûn. Yek ji cihên xesareke giran gihiştiyê jî bajaroka Narliyê û gundên girêdayî wê yên navçeya Bazarcixê ne. Li gundên ku rayedarên dewletê û destilatê neçûyî jî birîn bi piştevaniya dilxwazan tên dermankirin.    Haci Çoçelî k udi roja erdhejê ya 5’emîn de ji Almanyayê hate navçeyê 15 rojan di nav tora piştevaniyê ya bi gundan re de cih girt. Çoçelî ku tev li xebatên konbajarê di koordinasyona rêxistinên girseyî yên demokratîk, Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) de hate avakirin bû, bi wesayîta xew her roj ji dehan gundan re malzemeyên xwarinê yên bingehîn, cil û paqijiyê birin.    ‘BAWERIYA MIN BI DEWLETÊ NÎNE’    Çoçelî, diyar kir ku dema hate Narliyê bi astengiyên mezin re rûbirû ma û wiha got: “Dewlet bi feraseta ‘ez heme, kes tune ye’ de bû. Em asteng dikirin, bi ser konên me de girtin, alîkariyên ku hatibûn desteserkirin û hewldan atmosfereke ku bêjin ‘me alîkarî kir’ biafirînin. Ne pêkane em vê rewşê qebûl bikin. Heke mirovek bixwaze alîkariyê bike hûn ê pêşiya wî vekin. Herî kêm ez li sed geriyam û hema bêje cihekî ku ez neçûmê nema. Lê min li wan deran tu rayedarên dewletê ne dîtin. Alîkariyên ji me re hatin jî dewletê desteserkirin. Konên ku hatin vir desteser kirin. Gotin ‘bihêlin em ê çêbikin.’ Heke alîkarî ji me re hatibe hûn ê çi bikin? Ez ji bo alîkariya gelê xwe bikim li vir im. Baweriya min bi dewletê nîne. Li cihên ku ez çûmê ji bilî leşkeran min kesek nedît. Min Kizilay û saziyên din nedîtin.”   Çoçelî anî ziman ku nêzî sed gundan ji bilî çend konên Kizilayê tu alîkarî nedîtiye û anî ziman ku konên dilxwazan û derveyî welat hatin şandin gihiştine van deran. Çoçelî wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez çûm gundekî ku rayedaran alîkarî bire. Alîkariyên ku hatibûn bê serûber avêtibûn erdî. Gelek belav bûn. Bi rastî jî em di rewşeke xedar de ne. em hewl didin bêyî cihekariyê bikin bigihin hemû beşên civakê. Mînak jêr û jora gund hene lê ji malên jêra gund her cure alîkarî hatiye kirin lê kes neçûya malên jora gund. Li wir 14 malbat dijîn. Me alîkarî gihand hinekan, em ê bigihînin ên mayî jî.”   JI RAYEDARAN RE BANG    Çoçelî anî ziman ku ji ber wijdana wî qebûl nekir hate Narliyê ev tişt gotin: “Qasî ku ji destê min hat bûm alîkar. Mezinên dewletê bi koordîne bixebitin bi hesaba dengan nexebitin. Ev felaketeke, sûdwergirtina ji felakete lanete. Ez kesên ku em asteng kirin şermezar dikim. Heke mirovek bixwaze alîkariyê bike wê bike. Ez bizanim wê dewlet alîkariyê bigihîne cih ez çima nedim. Lê li vir pirsgirêkek heye. An hûn nagihinê an jî li cihên ku hûn nikarin biçinê nahêlin kes biçe. Mînak li cihên ku em diçûnê mirovan digot ‘di mala me de xwarin nîne’. Ez bang li mezinên dewletê dikim; ji kerema xwe nebin asteng û ji mirovên kedê didin re rêzê bigirin.”   PIŞTEVANIYÊ BIDOMÎNIN   Çoçelî, herî dawî xwest ku herkes divê koordînasyonê de cih bigire û ev bang kir: “Divê herkes tiştekê bike. Qasî ku ji destê we bê bibin alîkar. Qasî hêza xwe werin konê koordînasyonê û piştevaniyê bikin.”   MA / Dilgeş Rûvanas