Bi tacegula reş Kizilayê protesto kirin 2023-02-27 13:12:49   STENBOL - Rêxistina EHP’ê ya Stenbolê tacegula reş danî ber Kizilay a ku kon firotin û wê protesto kir.    Endam û rêveberên rêxistina Partiya Tevgera Kedkar (EHP) a Bajarê Stenbolê bi boneya ku Kizilay a ku kon firotine protesto bike, tacegula reş danî ber Midûriyeta Kizilayê a Şaxa Kadikoyê. Di çalakiyê de Berdevka EHP’ê Ozge Akman axivî û diyar kir ku li gel 21 roj di ser erdhejê re derbas bûne jî hê jî pêdiviya gel a konan nehatiye bicihanîn.    'REZALETA SEDSALÊ’   Akman destnîşan kir ku xelk ê di bin avahiyên hilweşiyayî de bûne Kizilayê roja duyemîn kon firotine û wiha axivî: “Vaye rezaleta sedsalê. Konek jî ji xelkê me re zêde dibînin. Sazî û dezgehên dewletê ku konan difiroşin yek bi yek felaket in. Nêzî 50 hezar qurbaniyên me bi qasî serê derziyê jî ne di xema vê îktidarê de ye. 20 sal in tu tevdîrek negirtine û tevdîr jî ne di xema wan de ye. Kar û barê wan tenê ew e ku muxalîfan bêdeng bikin.”   Di kêliya ku hê Akman daxuyanî dida, polîsan êrişî çalakiyê kir. Endam û rêveberên EHP’ê dirûşma “hikûmet îstîfa” berz kirin. Polîsan li çalakvanan da û wan kir binçavan. Nehat zanîn ku polîsan binçavkiriyan biriye kîjan qereqolê.