HDP’ê banga mezinkirina piştevaniyê kir 2023-02-27 14:28:25   ÎZMÎR - Koordînasyona Erdhejê ya HDP’a Îzmîrê ku ji bo herêmên erdhejê alîkarî şandin, diyar kir ku avakirina pergaleke adilane bi piştevaniyê dibe û banga xurtkirina piştevaniyê kir.    Koordînasyona Erdhejê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Îzmîrê têkildarî kampanyaya piştevaniyê li avahiya partiyê daxuyanî da. Li eywana daxuyaniyê pankarta “Dê piştevanî bidome, berpirsyar dê hesabê bidin” hatibû daliqandin. Hevserokê HDP’a Îzmîrê Çinar Altan got ji roja ewil a erdhejê ve birêxistî bûn û bi avakirina navendên koordînasyona krîzê torên piştevaniyê ava kirine.    SPASIYA BO GEL   Altan, da zanîn ku heta niha ji 27 navçeyên Îzmîrê alîkarî kom kirine û wiha domand: “Me ev alîkarî bo herêmên erdhejê şandin. Her wiha xebatên me yên ji bo mexdûrên erdhejê yên hatin Îzmîrê jî berdewam in. Em spasiya hemû hevalên xwe yên kolan bi kolan, tax bi tax xwe birêxistin kirin, li gel me bi awayekî koordîneyî alîkarî gihandin herêmên hilweşiyayîn ku şopa dewletê jî lê tune ye. Her wiha spasiya rêxistinên civaka sivîl, spasiya xelkê me yê digot; ‘ez HDP’î nînim lê dizanim ku alîkariya heyî tenê hûn bi awayekî rast û dirûst digihînin gel’, spasiya yên ku TIR’ên me bi hevkariyê dagirtin, yên pariyê nanê xwe bi mexdûrên erdhejê re parve kirin, dikin.”    ‘EM TORA PIŞTEVANIYÊ MEZIN BIKIN’   Altan, axaftina xwe wiha qedand: “Banga me ji bo tevahiya gelên me ew e ku rêxistiniya piştevaniyê mezintir bikin, li dijî astengkirinên AKP-MHP’ê ku mexdûrên erdhejê ceza dikin derkevin, ji berpirsyarên vê hilweşînê hesabê bipirsin. Êşa me giran, birînên me kûr û hêrsa me zindî ye. Lê li gel vê; divê em ji bo avakirina pergaleke wekhev û adilane piştevaniyê mezintir bikin. Roj roja mezinkirina tora piştevaniya civakî ye. Roj roja têkoşîna li dijî kesên bo berjewendiyên komeke sermayedar, bi milyonan kes di bin kavilan de hiştine ye.”