HSD’ê têkildarî teqîna Hesekê daxuyanî da 2023-02-27 15:14:58   NAVENDA NÛÇEYAN - HSD’ê têkildarî teqîna li Hesekê daxuyanî da û da zanîn ku di encama teqînê de şervanekê wan û 2 sivîl birîndar bûne.    Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) têkildarî teqîna di danê sibehê de li Hesekê pêk hatî daxuyaniyeke nivîskî weşand.    HSD’ê di daxuyaniyê de wiha got: “Îro di danê sibehê saet di 10.45’an de li Taxa Kelase ya Hesekê bombeyeke di wesayîtê de teqiya. Di encama teqînê de şervanekê me û 2 jin ku ji wan yek jê 70 salî bû birîndar bûn. Yekîneyên me yên taybet têkildarî teqînê lêpirsîn dan destpêkirin.”