Ji bo avahiyê pirxesar rapora ‘kêmxesar’ dan 2023-02-28 09:53:33   MEREŞ - Zohre û Ahmet Çelîktaş ku hevjîn in diyar kirin ku di 3 rojên piştî erdhejê de tu alîkarî bi wan re nehatiye kirin û wiha gotin: “Tîmên tespîtkirina xesarê ji bo mala me ya ku xesareke mezin gihiştiyê rapora kêmxesar dan.”    Li gorî daneyên fermî; di encama erdhejên Mereşê de herî kêm 44 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan. Her wiha li 10 bajaran xesarên mezin ên madî-manewî çêbûn, bi dehhezaran welatî li kolanan man. Li Bazarcix a Mereşê ku yek ji navendên erdhejê bû, xelk di rewşeke nebaş de ye û nizanin dê çi bikin. Gelek welatî dibêjin ku îktîdarî çi alîkarî nedaye wan an jî pir dereng şandine. Ev yek jî rewşa mexdûrên erdhejê hêj girantir dike.    QALA ROJA ERDHEJÊ KIR   Ji mexdûrên erdhejê Zohre Çelîktaş ku li gel hevjînê xwe di koneke li pêşiya mala xwe vedayîn de dimîne, qala roja erdhejê û pêvajoya piştre kir. Çelîktaş, da zanîn ku dema li ser cihê xwe radizan erdhej çêbûye û wiha got: “Me nezanî bê ka dê bi ku de biçin. Mal û dîwar bi ser me de dihatin. Min pala xwe da derî. Vegotina wan kêliyan gelek zehmet e. Ez nizanim dê çi vebêjim. Hevjînê min hatibû cem televîzyonê. Min bangî hevjînê xwe kir û got; ‘ez baş im.’ Me bi destên hev girt û ji derenceyan daketin jêr. Derence mîna derziyê bûbûn. Em li ser wan daketin jêr û xwe avête derve. Lê hêj jî dihejiya. Dîwar teqiya bûn. Lê şikir ji xwedê re ku em birîndar nebûn.”   11 ROJAN DI WESAYÎTÊ DE MAN   Bi domdarî Çelîktaş diyar kir ku 3 rojên ewil tu alîkarî ji bo wan nehatibû û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ez û hevjînê xwe 11 rojan di wesayîtê de man. Ji bo xwe germ bibin, me heta serê sibehê wesayît dida xebitandin. Em li konbajar nebûn lewma alîkarî zêde bo me nehat. Em 3-4 malbat li vir dimînin. Me got ji stûnê ceyranê bidin me. Gotin; ‘em nikarin bidin tenê 2 malbatan.’ Qet nebûya dê me sobeya xwe vêxista û li ber rûniştina. Em vê dixwazin. Niha enerjiyeke royê ya biçûk heye. Em bi şev bi wê îdareya xwe dikin. Ji bilî vê me tu alîkarî wernegirtiye. Dibêjin dê serê her malbatê 10 hezar TL’an bidin lê tevî ku me du caran serlêdan kiriye jî nedan. Dibêjin; ‘li ser navê we hatiye şandin.’ Cemxaneyê alîkarî da me û kon dan.”   ‘EM BI SAYA KEDA XWE LI SER PÊYA NE’   Çelîktaş, wiha domand: “Cemxaneyê konek da me û min û hevjînê xwe bi hev re sê konên ji texteyan çêkirin. Yek ji van weke mitbaxê, yek ji bo cihê razanê, yekî bo cihê rûniştinê û li yê din jî em tiştên zêde lê bi cih dikin. Em niha yekê din jî çêdikin. Dê tiştên xwe yên em ji malê derdixînin li wir bi cih bikin. Em bi saya keda xwe li ser pêyan dimînin. Ji bo deriyên mala me jê bikin me bang li hinek kesan kir lê ji me 9 hezar TL xwestin. Êdî bes e ji van keysbazan re.”    MALÊ BI BIHAYÊ MILYONEK TL’AN HATE DIZÎN   Di berdewamê de Çelîktaş diyar kir ku piştî erdhejê dikana wan a rûlihêfan hatiye talankirin û ev agahî dan: "Her yekî ji berê xwe ve birin. Di hundirê wê de tiştek nema. Tenê 2 makîne man. Min ew anîn, niha di bin konê de ne. Tiştekî din nema. Kêm kêm bihayê milyonek tişt di dikanê de hebûn. Ew jî çûn.  Di destê me de deynên me ji xizmên xwe kirine man. Ew jî çûn. Em nizanin dê çi bikin. Min hêj jî tiştek ji hikûmetê nedîtiye. Gelek cîranên me di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan. Serê yekî û destê yekî 3 rojan li derve bû. Me didît. Alîkarî nehat. AFAD nehat. Ji wê malê 9 cenaze derketin. Ji wan 3 jê piştî 5 rojan hatin derxistin û hêjta sax bûn.”    JI BO MALA PIRXESAR RAPORA KÊMXESAR DAN   Hevjînê Çelîktaş, Ahmet Çelîktaş jî da zanîn ku tîmên tespîtkirina xesarê ji bo mala wan hatine û li ser e-devletê weke “kêmxesar” xuya dike. Çelîktaş, got ku ditirsin bikevin mala xwe û wiha bi dawî kir: “Em ditirsiyan bikevin malê lewma me bang li şaredariyê kir. Tîmên hatin pêş avahî gotin; ‘avahî pirxesar xuya dike.’ Lê belê mala me li ser e-devletê hêj jî ‘kêmxesar’ xuya dike. Têkildarî mijarê me li Wezareta Hawirdorê îtîraz kir. Lê dibêjin; ‘xwe li benda roja îtîrazê bigirin.”    MA / Rûkiye Adiguzel