‘Dema me baz dida derî qifil bû, stûn hilweşiyan û em di bin kavilan de man’ 2023-02-28 11:32:52   SEMSÛR - Malbata Gurbuz kavilên bi ser wan de hilweşiyayîn bi derfetên xwe parçe kirin û xwe ji bin kavilan derxistin. Serapa Gunduz wiha dibêje: “Bi erdhejê re em hişyar bûn. Me baz da odeyan ku zarokan derxînin. Lê derî qifil bû. Stûn hêdî hêdî hilweşiyan û em di bin kavilan de man.”    Di encama erdhejên Mereşê de li Semsûrê hezar û 485 avahî hilweşiyan û xesareke mezin gihişt 5 hezar avahiyan. Li bajar 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û di encama herifîna govan de bi sedan ajal jî mirin. Di roja 22’yemîn a erdhejê de jî hêjta pirsgirêka av û konan didome. Şêniyên gundan jî li rex malên xwe yên xesareke mezin gihiştiyê bi derfetên xwe kon vedane û têdikoşin.    Yek ji mexdûrên erdhejê Serap Gunduz (32), hevjînê wê û zarokên wan ku li navenda Semsûrê dijiyan, di bin avahiya hilweşiyayî de man. Hevjînê Gurbuz, piştî 3 saetan bi mircan stûnên li ser wê û 3 zarokên wê şikand û ji bin kavilan derxist. Gurbuz tevî hevjîn û zarokên xwe rizgar bû lê dişa wê, hevjînê dişa wê û 4 zarokên wan ku di heman apartmanê de dijiyan, di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan.    Gurbuz, tevî malbata xwe çû cem xizmên xwe yên li gundê Kosen ê navçeya Tûtê. Gurbuz, serpêhatiya xwe bi ajansa me re parve kir.    ‘TU KES TUNE BÛ, HEVJÎNÊ MIN EM RIZGAR KIRIN’   Gurbuz, got ku di dema erdhejê de avahiyê wan pir hejiya û wiha qala wan kêliyan kir: “Em di nava tirs û xofê de hişyar bûn. Apartmana me 5 qat bû û em di qata ewil de bûn. Saet derdora 04.17 bû. Çawa ku em hişyar bûn, tavilê me berê xwe da odeya zarokan û hewl da wan ji wir derxînin. Dema em ber bi derî ve diçûn, derî qilf bû. Dema me baz dida, stûnên avahî hêdî hêdî hilweşiyan û tevî zarokê xwe di bin kavilan de mam. Kolonek li ser pêyê me bû. Giraniya wî pir zêde bû û min hewl dida xwe jê xelas bikim. Dema em di bin kavilan de, her tim bi hevjînê xwe re diaxivîm. Dema me li malên jor nihêrtî, me dît ku tevek diketin mala me. Li malê tenê aliyê serşokê saxlem bû. Bi qasî ku bikarim ji odeya razanê telefonê bigirim, valahî hebû. Hevjînê min li xizmên me geriya û mircek xwest. Dîwar qul kir û zarok ji wir derxist. Ji hêla mitbaxê ve em diçûn derenceyan. Deriyê derve û dîwar şikand. Piştre jî stûnên li ser lingên me şikand. Bi qasî 3 saetan em di bin kavilan de man. Em bi hewldanên xwe ji wir derketin. Yek rayedarekê dewletê tune bû. Ji qula hatiye vekirin hevjînê min ji ewil zarok û piştre jî ez ji wir derxistim.”    ‘DIXWAZIM VEGERIM ROJÊN BERÊ’   Gurbuz û malbata xwe piştî mala wan hilweşiyayî derbasî cem xizmên xwe yên li gund bûn. Ji ber ku xesareke mezin gihiştiye avahiyên xizmên wan, niha li derve di bin konên bi derfetên xwe vegirtin de dimînin. Gurbuz, axaftina xwe wiha qedand: “Em niha li gund di bin kon de dijîn. Çawa ku em ji bin kavilan derketin, malbata min hat em ji vir digrtin û anî gund. Ez nizanim li Semsûrê çi bû û çi dibe. Piştre li bajar geriyam û min dît bê ka çi bûye. Avahî hilweşiyane û yên ne hilweşiyayîn jî xesareke mezin gihiştiyê. Em berê ji malên xwe pir bi gazinc bûn. Lê niha neçarin ku di bin konekî de bijîn. Daşir, serşok û mitbax tune ne. Nizanim dê ji vir û şûnde çi bibe. Êdî nikarim bifikirim jî. Em dixwazin vegerin rojên berê.”    MA /  Zerrîn Sargut