Welatiyê pîr û lawê wî yê astengdar li bendê ne ku ji avahiya bixeser bên tahliyekirin 2023-02-28 11:42:49   MELETÎ  - Li Meletiyê welatiyê pîr û lawê wî yê ji mejiyê xwe astengdar ku bi erdhejoka duh camên avahiya wan teqiyan û di dîwarên wan de derzên kûr çêbûn li bendê ne ku ji avahiyê bên tehliyekirin.    Li Meletiyê bi erdheja bi pileya 5,6 duh 29 avahiyên xesareke mezin gihiştibûyê hilweşiyan, hilanîna welatiyan a tiştan a ji avahiyên hilweşiyayî nehate astengkirin. Tevî ku 23 roj bi ser erdhejên mezin re derbas bûn jî li bajêr her roj erdhejok çêdibin. Hate dîtin ku tevî vê yekê jî mirov dikevin avahiyên xesareke mezin gihiştiye wan. Li taxa Abdulgaffar a navçeya Yeşîlyûrtê Apartmana Sefa ya 4 qatî ku beriya niha rapora “Kêm xesar” dabûyê, bi erdhejoka duh çêbûyî re camên wê teqiyan û di dîwarên wê de derzên kûr çêbûn.    Welatiyê pîr û lawê wî yê ji mejiyê xwe astengdar ku beriya niha ji ber kêm xesar bû ji avahiyê derneketin, tevî derzên kûr ên çebûne jî li avahiyê jiyana xwe didomînin. Welatiyê astengdar derket şaneşînê li derdorê dinêriya û xwe bi xwe diaxivî, bav ê pîr jî bi darê zorê li ser piyan dimîne.    Welatiyên ku li derdorê bav û kurê wî dibînin jî li bendê ne ku bav û kurê wî demildest ji avahiyê bên tahliyekirin.