Malbata ji bin konan hatiye derxistin li kolanan dimîne 2023-02-28 11:43:59   AMED - Tîmên tespîtkirina xesarê ji bo avahiya malbata Kaçar rapora “kêmxesar” dan. Li ser vê yekê AFAD’ê malbat ji kon derxist û malbat niha li kolanan dimîne.   Di encama erdhejên Mereşê de li Amedê xesar gihişt gelek avahiyan. Yek ji avahiyên xesar gihiştiyê jî yê malbata Kaçar e. Li gel 5 zarokan, malbat ji 7 kesan pêk tê. Piştî erdhejê, malbat di bin koneke ku AFAD’ê li navçeya Peyas a Amedê vegirtibû de bi cih bû. Lê belê Midûriyeta Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê ya Amedê ji bo avahiya malbata Kaçar rapora “kêmxesar” da. Piştî raporê, malbat ji kon hate derxistin. Malbat, ji ber xetereya hilweşînê nakeve xanî û niha li kolana ye.    BERSIVÊ NADIN ÎTÎRAZÊ    Malbat, şeva xwe li derve derbas dike û xesarên gihiştine stûnên avahiyê wan berçav in. Ji ber xesara gihiştiye avahî, gelek malbat ji avahî derketin û çûn cihên cuda. Lê hêjta 5 malbat dimînin. Welatiyên di avahî de dimînin li dijî raporê îtîraz kirin lê hêjta tu bersiv nehatine dayîn.    Îkram Kaçar, da zanîn ku piştî 20 rojan ji konan hatine derxistin û ev tişt anî ziman: “Cihekî ku em biçin lê bimînin tune ye. Em jî ji neçarî li kolana avahiya xwe dimînin. Xesare gihiştiye avahî berçav e. Lewma em nikarin bikevin avahî. Yan em ê bikevin avahî û di bin kavilên wê de bimînin, yan jî dê li kolanê bimînin. Ne ji bo xwe lê ji bo zarokên xwe li vê derê me. Bila rayedar dengê me bibihîsin.”    ‘MIROV NEMA DIKARE DI AVAHÎ DE BIMÎNE’   Alî Kaçar jî diyar kir ku di erdheja ewil de xesar gihişt avahiyê wan û wiha qedand: “Em 20 rojan di konan de man. Bi hinceta rapora ‘kêmxesar’ em ji konan hatin derxistin. Lê ji ber xesara gihiştiye avahî, em ji neçarî li kolanan dimînin. Mirov nikare di avahî de bimîne. Gelo ma piştî avahî hilweşiya dê çareseriyê peyda bikin?”