Dadgeha Bilind biryara beraetê ya ‘zarokên baş’ erê kir: Delîlên pêbawer tune ne! 2023-02-28 12:56:47   WAN - Berbazên bi navên Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş piştî êrişa li dijî Pirtûkxaneya Umutê ya Şemzînanê reviyayîn hatibûn girtin. Biryara beraetê ya ji bo kesên navborî ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin û wiha hat gotin: “Delîlên şênber û pêbawer tune ne.”    Berbazên bi navên Alî Kaya, Ozcan Îldenîz û îtîrafkar Veysel Ateş piştî êrişa bombeyî ya li dijî Pirtûkxaneya Umutê ya Şemzînan a Colemêrgê reviyayîn hatibûn girtin. Biryara beraetê ya ji bo Kaya, Îldenîz û Ateş ji hêla Dadgeha Bilind ve hate erêkirin. Her sê bersûc ji sûcên “Kuştina mirovan”, “avakirina rêxistinê” û “Hewldana ji bo kuştina mirovan” dihatin darizandin. 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Wanê biryara beraetê dabû û 3’yemîn Daîreya Cezayan a Dadgeha Bilind jî ev îdia kir: “Tu delîlên ji şikê dûr, teqez, şênber û pêbawer ku bersûcan ev sûc kiribe tune ne.”    ÇEKÊN DI WESAYÎTÊ DE HATIN GIRTIN   Dadgeha Bilind di biryara xwe de îdia kir ku Kaya, Îldenîz û Kaya ji bo berhevkirina agahiyên îstîxbarî li herêmê bûn û wiha got: “Tu sedemeke ku li dijî kesên kuştî û yên li cem wan nînin ku hewldaneke kuştinê çêbibe. Beriya bûyerê jî di navbera wan de tu dijminatiyeke şexsî tune ye. Her wiha di dema lêpirsîn û teqîbatê de tu şahidan negotiye ku bûne şahidên kêliya êrişê. Di qeydên tespîtkirina ragihandinê de jî xuya dike ku kesên nêzî rêxistinê dest danîne ser wesayîta bersûcan lê saet di derdora 21.10’an de meqamên edlî li ser wesayîtê keşfeke biewle kirine. Di keşfê de xuya kir ku tu çekên di envantera TSK’ê de di wesayîtê de nînin. Her wiha bombeya destan a malê almanan jî piştre li bagaja wesayîtê hatiye bicihkirin. Divê gotinên kesên di têkoşîna li dijî terorê de cih digirin esas bên girtin.”    QENAETA WIJDANÎ ÇÊBÛYE!   Bi domdarî Dadgeha Bilind îdia kir ku ji bilî îfadeyên Seferî Yilmaz, tu delîlên ji şikê dûr, teqez, şênber û pêbawer ku bersûcan sûcê behsa xeberê kiribe tune ne û wiha domand: “Biryara beraetê ya dadgehê li gorî hiqûqê ye. Tevahiya kar û barên di dema darizandinê de li gorî usûl û qanûnan hatine kirin, dema tevahiya delîl û parastina tê nihêrtin xuya dibe ku bersûcan sûcên behsa xeberê nekirine. Di çarçoveya belge û agahiyên di dosyayê de qenaeta wijdanî çêbûye.”s