Li Êlihê gel li dijî tiryakê daket kolanan 2023-02-28 13:05:22   ÊLIH - Şêniyên Taxa Petrolkentê li dijî tiryakfiroşan û rayedarên ku tevdîran nagirin daketin kolanan.    Şêniyên Taxa Petrolkentê ya Êlihê dan zanîn ku li taxa wan temenê kesên tiryakê dikişînin daketiye 12’an û roj bi roj tiryak li taxa wan zêdetir dibe. Şêniyên taxê ji bo protestokirina vê rewşê daketin kolanan. Şêniyan diyar kirin ku heta niha gelek caran têkildarî mijarê serî li saziyên fermî dane lê ji bo pêşîlêgirtina firotina tiryakê û kişandina wê tevdîr nehatine girtin û ji ber vê sedemê jî şevê din jî daketin kolanan. Şêniyan destnîşan kirin ku heta tiryakfiroş ji taxa wan tên derxistin jî dê dev ji çalakiya xwe bernedin.    Şêniyên taxê gotin ku heta niha bi sedan caran serî li saziyên dewletê dane lê belê bikaranîna tiryakê roj bi roj li taxa wan zêdetir dibe. Polîsan hewl dan gel belav bikin lê belê şêniyan paşde gav neavêt û ev pirs ji polîsan kirin: “Baş e hûn çima tiryakfiroşan asteng nakin?”