Navenda piştevaniyê ya li Hatayê tê valakirin 2023-02-28 13:14:00   HATAY -  Cîgirê Waliyê Hatayê Harûn Kaya xwest ku navenda alîkarî û piştevaniyê ya li Parka Sevgiyê were valakirin.    Yek ji bajarên di erdhejên Mereşê de herî zêde hilweşiyayî jî Hatay e. Hebûna dewletê ya ku şêniyên bajar digotin; “li ku ye” hêdî hêdî xwe dide hîskirin. Cîgirê Waliyê Hatayê Harûn Kaya û polîsên li gel, hatin Parka Sevgiyê ya Defneyê ku li qeraxê Çemê Asiyê ye. Dema Kaya xwestî park bê valakirin jî gelê navçeyê bertek nîşan da.    Endamên Partiya Karkeran a Tirkiyeyê (TÎP), Tora Piştevaniyê ya Jinan, Partiya Azadiya Civakî (TOP), Odeya Bijîşkan a Hatayê, Kaldiraç, gelek kesên dilxwaz û kesên xizmên xwe di erdhejê de winda kirine, li Parka Sevgiyê navenda alîkarî û piştevaniyê ava kiribûn û li mexdûrên erdhejê xwarin û alavên hîjyenê belav dikirin û daxwazên wan ên lezgîn pêşwazî dikirin. Cîgirê Walî Kaya tevî gelek polîsan hate parkê û xwest ku ev qad heta saetên êvarê bê valakirin. Kaya, got ku parka Ataturk û Baxçeyê Milet hatiye valakirin.    Li ser vê yekê mexdûrekê erdhejê bertek nîşanî cîgirê walî da û wiha jê re got: “Êdî bes e. Me tu kes terkî mirinê nekiriye.” Ji polîsan re jî got: “Were min bibe, min bigire. Werin canê me jî ji me bistînin da ku em jî êdî rizgar bibin.”