Li Nûrdagiyê çîrokên nîvcomayî 2023-02-28 13:58:00   DÎLOK - Bûkanî, sol û cîpsên li Goristana Nûrdagiyê li ser goran hatine danîn, çîrokên nîvcomayîn ên li navçeyê vedibêjin.    Nifûsa navçeya Nûrdagi ya Dîlokê beriya erdhejê 42 hezar bû. Ji sê parên nifûsê yekê jê di erdhejê de jiyana xwe ji dest da. Di roja 23’yemîn a erdhejê de pir kêm şêniyên navçeyê mane. Her yek ji wan jî çendek xizmên xwe di erdhejê de winda kirine.    DIŞIBE CIHÊN BAZARÊ YÊN JIHEVBELAVBÛYÎ   Kavilên navçeyê tên rakirin û navçe di nava toza xerabeyan de ma ye. Rêzikên “Îstasyon û welat dişibin cihê bazarê yên jihevbelavbûyî” yên helbestvan Edîp Cansever weke ku ji bo vegotina vê rewşa Nûrdagiyê hatibin nivîsandin.    YÊN MAYÎ ŞÎNA YÊN ÇÛYÎ DIGIRIN   Kesên ji erdhejê rizgar bûn, çûne “Cihê bazarê.” Ev bazar, ji bo kesên cihekê lê biçinê tune,  bûye warek. Gelek kesên li navçeyê em pê re axivîn dibêjin ku hêj bi sedan kes di bin kavilan de ne, naxwazin hînî mirinê bibin û her tim hêviya wan heye ku kesên çûyîn dê dîsa vegerin.   GELO DÊ ÇI BI ZAROKÊN ERDHEJÊ BIBE?   Li kolanên navçeyê bêçaretiyeke mezin heye û hêj gelek kavil mîna roja ewilî li şûna xwe disekinin. Wêneyên malbatan ên di bin kavilan de asê mane, amûrên zarokan û pêlîstokên zarokan hêj li şûna xwe ne. Li hêlekî zarokên navçeyê yên ku bûn şahidên kesên di bin kavilan de mane, li rexa din rehabîlîtekirina zarokên bi rêyên koçê ketîn, rê li ber fikarên mezin vekiriye.    GORISTANA KESÊN ÇÎROKÊN WAN NÎVCO MANE   Goristana Nûrdagiyê, karesata li bajar çêbûyî vedibêje. Cenazeyên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, korên amade yên ji bo miriyan hatine kolandin û kêlên bênav ên hejmar lê hatine kirin li kesên tên goristanê pêşwazî dikin. Li goristana ku li şûna nav hejmar li kêlan hatiye kirin, goreke ku bi bûkaniyeke spî hatiye pêçandin balê dikişîne. Di gora ku bûkanî li ser hatiye rapêçandin jî li ser kêlê hejmar heye. Lê xuyaye ku çîroka jineke amadekariya dawetê dikir nîvco ma ye. Gavek piştre goreke din heye ku sol danîne ser. Ev gor, zarokekî ku rojek beriya cejnê ji xwe re sol kirî û heta serê sibeha cejnê daniye li rex serê xwe tîne bîra mirov. Li ser gorê zarokeke biçûk jî cîpsek hatiye danîn.    MA / Îbrahîm Irmak