Li Amedê xesareke mezin gihiştiye 2 hezar û 295 avahiyan 2023-02-28 15:51:39   AMED - Li gorî daneyên Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê divê 57 avahî bilez bên hilweşandin û li bajêr 2 hezar û 295 avahiyên ku xesareke mezin gihiştiyê hene.    Platforma Piştevanî û Parastina Bajêr a Amedê ku bi Miduriyeta Bajêr a Hawirdor, Bajêrvanî û Guherîna Avhewayê re li Ameda ku ji erhdejên li Mereşê çêbûn bi bandor bû tev li xebatên tespîta xesarê bû, daneyên dawî yên xebatên tespîta xesarê yên tên meşandin parve kirin.    Li gorî daneyên platformê li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal parvekirin, li bajêr 22 avahiyên hilweşiyayî, 57 avahiyên divê bên hilweşandin, 2 hezar û 295 avahiyên xesareke mezin gihiştiyê, 2 hezar û 236 avahiyên nîv xesar û 25 hezar û 193 avahiyên kêm xesar hene. Hate tespîtkirin ku li bajêr hêj li 2 hezar û 769 avahiyan tespît nehatine kirin û 8 hezar û yek avahî jî derveyî nirxandinê hatin hiştin û 72 hezar û 229 avahî jî bê xesar in.