Ji Girtîgeha Amedê 5 girtî hatin sirgûnkirin 2023-02-28 19:40:46   AMED- Ji girtîgehên Amedê yên Hejmara 1 û Hejmara 2'yan 5 girtî sirgûnî girtîgehine din hatin kirin.   Ji Girtîgeha Amedê ya Hejmara 1'ê 4 girtî û ji Girtîgeha Amedê ya Hejmara 2'yan girtiyek duh danê sibehê sirgûnî girtîgehine din hatin kirin. Nehat hînkirin ku bê her 5 girtî ji ber çi hatine sirgûnkirin.    Hat hînkirin ku ji Girtîgeha Hejmara 1'ê Haci Geçîken, Onûr Kangal û 2 girtiyên navên wan nehat hînkirin û ji Girtîgeha Hejmara 2'yan jî Recep Bal hatine sirgûnkirin.