Mexdûrê erdhejê ku 50 xizmên wî jiyana xwe ji dest dane: Ez heqê xwe helal nakim 2023-03-01 09:06:59   SEMSÛR – Ji mexdûrên erdhejê Yûsûf Akgul ku nêzî 50 xizmên wî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, bertek nîşanî xemsariya dewletê û desthilatê da û got: “Heke alîkarî zû bihata belkî xizmên min nemirana. Niha jî serokkomar dibêje 'heqê xwe helal bikin'. Ez heqê xwe helal nakim!”   Li Semsûr ku yek ji bajarên gelekî bandor ji erdhejên Mereşê girtin, heta niha li gor hejmarên fermî zêdetirî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest daye. Ji ber ku piştî erdhejê heta çend rojan mudaxileyî Semsûrê nehat kirin, gelek kesên sax ên di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Piştî ku alîkarî nehatibû kirin semsrûî ber bi avahiya Walitiyê Semsûrê ve meşiyabûn. Serokkomarê AKP’î Erdogan jî çend roj berê li Semsûrê daxuyanî da û di daxuyaniyê de got ku ew dereng çûne Semsûrê, ji ber vê me xwest semsûrî heqê xwe lê helal bikin.    Mexdûrê erdhejê Yûsûf Akgul ku em li konebajarê Koordînasyona Kirîzê ya Semsûrê pê re axivîn diyar kir ku nêzî 50 xizmên wî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane. Akgul da zanîn ku xizmên wî ji ber ku alîkarî nehatiye kirin jiyana xwe ji dest dane û got ku ew heqê xwe helal nake.    ‘AVAHIYA ME HAT XWARÊ’   Akgul anî ziman ku şeva erdhejê wan gelek zehmetî kişandiye û wiha qala wê rojê kir: “Ev ne erdhej bû, karesatek bû. Dema erdhej qewimî em bi pêxwas derketin der, bi derketina derve em çi bibînin avahî hatine xwar û hawar û qêrîna mirovan e. Ceyran çû, telefon nexebitîn. Baran dibarî me nedizanî em ê çi bikin. Avahiya me bi dikanê ve hat xwar. Ji bin kavilan dengê mirovan dihat. Em çûn alîkariye, lê tiştek ji destê me nedihat. Me nikaribû mirovan ji bin kavilan derxe. Nezî 50’î meriv û xizmên min di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan.”   ‘HEKE ALÎKARÎ ZÛ BIHATA KIRIN EW QAS CENAZE DERNEDIKETIN’   Di berdewama axaftina xwe de Akgul bi lêv kir ku heke alîkarî zû bihata kirin ew qas kesan jiyana xwe ji dest nedida û wiha dirêjî da axaftina xwe: “2 roj û 2 şevan em di bin baranê de bûn, me tu kesek nedît, me tu saziyên dewletê li vir nedîtin. Piştî 15 rojan jî cenazeyên me ji bin kavilan derxistin. Bavê ewlad, ewlad jî bav nedît. Heke zû mudaxile bihata kirin me ew qas zehmetî nedikişand û ew qas cenaze dernediketin. Em li ser kavilan disekinîn, mirovan li ber çavên me jiyana xwe ji dest dan. Me ew qas mirov li ber çavên xwe windakirin. Dinya li ser me tarî bû. Barê me giran e, êşa me mezin e. Em nikarin ji bin vî barî derkevin.”   ‘EZ  HEQÊ XWE HELAL NAKIM’   Akgul bal kişand ser gotinên Serokkomarê AKP’î Erdogan ku gotibû "Bila semsûrî heqê xwe li me helal bikin" û wiha bertek nîşan da: “Zor e ku mirov heqê xwe helal bikin. Ez ê çawa heqê xwe helal bikim? Ev ne ew heq e ku bê helalkirin. Ez heqê xwe helal nakim. Her tim dibêje heqê xwe helal bikin, lê êdî derbas bû. Piştî ew qas mirov jiyana xwe ji dest dan bi helalkirinê tu kes êdî venagere. Cenazeyên me çend rojan di bin kavilan de bûn. Malbat hebûn ku bi tevahî di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Hê jî kon kêm in. Me rezaleteke mezin dît, ne av ne xwarin ne tuwalet tiştek tune bû. Niha jî ne konteyner ne kon... Nêviyê mirovan hê jî li derve ne.”   ‘GELÊ ME ALÎKARIYA ME KIR’   Akgul bal kişand ser heqê kirêya xaniyan jî û got: “Mexdûrên erdhejê ku diçin cihekî din, heqê kirê 2 qatan zêde dibe. Tevî vê yekê jî kirêyan zêde dikin, ka wijdan.” Akgul, anî ziman ku gel, partî û saziyên sivîl alîkariya wan kirine û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji Mûş, Merdîn, Şirnax û Amed hemû kes li vir bûn, wan alîkariya me kir û wan cenazeyên me rakirin. Cenaze bê kefen dikirin mezel. Alîkariya hat kirin jî ji aliyê mirovên welatê me hat kirin, ji derve ji me re tiştek nehat. Partî, saziyên demokrat û gelê me yê welatparêz ên ji Amed, Şirnexê alîkariya me kirin. Em anîn li van konan bi cih kirin.”    MA / Mahmût Altintaş - Zerrîn Sargût