Serokê ÎMO'yê Atîk: Ji sedî 95'ê rûxandinê ji ber paşguhkirinê ye 2023-03-01 09:07:30   WAN - Serokê Odeya Endezyarên Înşeatê ya Şaxa Wanê Mîhaîl Atîk ku piştî erdhejê tevî tîmeke 74 kesî li Mereşê tevli xebatên tespîtkirina xesarê bûye, got: "Ji sedî 95'ê avahiyên hilweşiyayî ji ber paşguhkirinê hilweşiyane. Ger avahî li gorî rêziknameya erdhejê hatbûn çêkirin, dê ji sedî an jî 4 hilweşiyane."    Di erdhejên ku di 6'ê Sibatê de bi pileya 7,7 û 7,6'an li Mereşê çêbûn, li 10 bajaran bûn sedema karesateke mezin. Nêzî 45 hezar mirov jiyana xwe ji dest dan. Partiyên siyasş, rêxistinên civaka sivîl, odeyên pîşeyan, sazî û dezgeh ku piştî erdhejê bi hawariya gelê herêmê de çûn, di çarçoveya piştevaniya rêxistinkirî de ji bo jinûveavakirinê zend û bend badan. Odeya Endezyarên Îneşatê (ÎMO) a Şaxa Wanê, di 17'ê Sibatê de ji bo xebatên tespîtkirina xesarê tîmeke 74 kesî şand Mereşê.    Serokê ÎMO a Şaxa Wanê Mîhaîl Atîk ku di nava xebatan de cih girt, got: "Ji sedî 95'ê avahiyên hilweşiyayî ji ber paşguhkirinê hilweşiyane. Ger avahî li gorî rêziknameya erdhejê hatbûn çêkirin, dê ji sedî an jî 4 hilweşiyane."    NE ERDHEJ PAŞGUHKIRIN MIROVAN DIKUJE   Atîk bilêv kir ku tîma wan li navçeya Andîrîn a Mereşê xebatên tespîtkirina xesarê kirine û got: "Di dema xebatan de me di xesaran de tevlîheviyek dît. Yanî hin avahiyên nû hilweşiyane û yên kevn xesar dîtine. Hin avahiyên kevn jî qet xesar nedîtine. Avahiyên hilweşiyane bi piranî yên nû ne. Lewma ev yek vî tiştî ji me re dibêje; a bûye sedema hilweşandin û xesarê ne erdhej, paşguhkirin e.   Me di avahiyên hilweşiyayî û xesardîtî de kêmasiyên karkeriyê dîtin. Me gelek kêmasî tespît kirin; bi efûya îmarê ruxsetkirina avahiyan, projekirina şaş, kêmbûna malzeme, awayê rijandina betonê û qalîteya beton. Gava mirov van kêmasiyan bîne cem hev, derdikeve holê ku rêzikname hatiye paşguhkirin."    JI SEDÎ 95 PAŞGUHKIRIN E   Atîk diyar kir ku ger rêzikname, teknîk û endezyartî bihata pêkanîn dê rûxandineke ev qasî mezin çênebûna û got ku rûxandina çêbûye ji sedî 95'ê wê ji ber paşguhkirinê ye. Atîk destnîşan kir ku rêziknameya erdhejê ya Tirkiyeyê li cîhanê rêziknameyeke xurt û berbiçav e û got: "Ger avahî li gor vê rêziknameyê û li gor teknîkê bihatana çêkirin, dê rûxandineke ev qasî mezin çênebûna. Dê ji sedî 3 an jî 4'ê avahiyan hilweşiyane."