‘Her mirineke li sînor Roboskiyek e' 2023-03-01 09:08:20   WAN - Der barê leşkerên ku Îbrahîm Baykara qetil kiribûn, biryara beraetê hatibû dayîn. Hevberdevka Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê Bûrcû Şeber, anî ziman ku tiştên li sînor diqewimin her yek ji wan Roboskiyek e.    Di 3'yê Tebaxa 2020'an de li gundê Çîllî yê navçeya Çardêran a Wanê, Îbrahîm Baykarayê bazirganiya sînor dikir ji aliyê leşkerên Îran û Tirkiyeyê ve hatibû kuştin. Serdozgeriya Komarê ya Çardêranê jî der barê bûyerê de lêpirsîn dabû destpêkirin. Dozgeriyê bi îdiaya "kuştina bi qesdî ya muhtemel" der barê leşker A.C.A. û R.Î. de îdianame amade kiribû. Piştî îdianame hatibû amadekirin, doz li Dadgeha Cezayê Giran a Erdîşê dest pêçê kiribû. Di danişîna dozê de ku di 23'yê Sibatê de hat lidarxistin, bi hinceta "xweparastinê" der barê leşkerên bersûc de biryara beraetê hat dayîn.    Hevberdevka Navenda Mafên Mirovan a Baroya Wanê Bûrcû Şeber ku biryara dadgehê wekî "polîtîkaya bêcezatiyê" û "xelatkirinê" nirxand, got ku dê serî li Dadgeha Îstinafê bidin.    ‘BAYKARAHAT ÎNFAZKIRIN2   Şeberê got: "Mixabin em mat nebûn, ji lew re em şahidên bi dehan bûyerên bi vî rengî ne." Şeberê têkildarî qetilkirina Baykara de jî ev tişt gotin: "Îbrahîm Baykara ji bo mazotê bistîne di 23'yê Tebaxa 2020'î de tevî du welatiyên bi navê Ergîn û Zulkuf derbasî aliyê Îranê dibe. Di eman rojê de vedigere. Lê di vegerê de li sînorê Tirkiye-Îranê hatine guleberankirin. Çendî gotin bernedin jî, leşkeran ew gulebaran kirine. Baykara ewilî birîndar dibe û dikeve erdê. Kesên li cem wî jî hewl dane wî rakin, lê leşkeran ew jî gulebaran kirine. Ji ber vê ji wir çûne. Gava hinekî bi dûr ketine, careke din dengê çekê bihîstine. Ev kes dibêjin gava li paş xw ezîvirî ne, dîtine ku leşker li ser serê Baykara bûne. Baykara ew roj hatiye înfazkirin."    KUŞTINA BI QESDÎ   Şeberê da zanîn ku cezayê qaçaxçîtiyê diyar e û got ku ji ber vê leşker nikarin bi tena serê xwe dadgehê deynin û kesan ceza bikin. Şeberê bilêv kir ku lê dîs ajî dozgerî rabûye bi "kuştina qesdî ya muhtemel" îdianame amade kiriye, lê tişta hatiye kirin bi temamî kuştina bi qesdî ye.    ROBOSKÎ   Şeberê destnîşan kir ku dadgehê rewşa leşkeran wekî xweparastinê nirxandine û pêdivî pê nedîtiye ku yeko yeko ceza li leşkeran bibire û got: "Em ne xerîbê vê ne. Tiştên beriya vê û piştî vê hatine kirin, her yek ji wan bi awayekî qismî Roboskiyek e. Hiqûq nayê tewandin. Me xwest hiqûq bê pêkanîn, lê wan serî li polîtîkaya bêcezatiyê da. Bi polîtîkaya bêcezatiyê leşker xelat kirin. Mirinên bi vî rengî tên rewakirin. Lê tu nikarî mirovan sirf ji ber ku kurd in, bikujî."    MA / Cengîz Ozbasar