Mexdûrên erdhejê yên îzmîrî: Gazinên me çareser nekirin, dixapînin 2023-03-01 10:26:09     ÎZMÎR - Tevî ku bi ser erdheja Îzmîrê re 28 meh derbas bûn jî gazinên mexdûrên erdhejê nehate çareserkirin. Gelê Îzmîrê têkildarî gotinên “Em ê di salekê de hemû xaniyan çêbikin” ên di erdheja Mereşê de hatin gotin ev pirs kirin: “3 sal derbas bûn gazinên me nehatin çareserkirin, Dê li wir çawa çêbikin?”   Di 30’ê cotmeha 2020’an de li navçeya Seferîhîsara Îzmîrê bi pileya 6,6 erhejek pêk hat, di erdhejê de di encama hilweşîna 17 avahiyan de 117 kesan jiyana xwe ji dest dan û hezar û 34 kes birîndar bûn. Di xebatên tespîta xesarê yên piştî erdhejê hatin kirin de hatibû tespîtkirin ku hejmara avahiyên xesareke zêde gihiştiyê 632, hejmara avahiyên xesareke giran gihiştiyê û hatin hilweşandin 442, hejmara avahiyên weke xesareke giran gihiştiyê hatin tescîlkirin 68, avahiyên xesareke giran gihiştiyê û nehatin hilweşandin 123 û avahiyên nîv xesar gihiştiyê jî 598 in.    MIFTE TESLÎM NEKIRIN    Piştî erdheja ku ji 80 hezaran zêdetir welatî jê bibandor bûn avahiyên xesareke giran gihiştinê hilweşiyan. Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avhewayê û Îdareya Avahiyên Komî li heman herêman bilez dest bi înşaetan kir. Qismekî înşaetên hatin destpêkirin hatin temamkirin, li Bayrakliyê jî ji ber înşaetên berdewam dikin bi hezaran welatî hêj jî di konteyniran de dijîn. Tevî ku merasîmên radestkirina mijfteyan ku veguherandin şova siyasî û gotin wê di demekî kurt de bên radestkirin hatin kirin jî welatiyan hêj mifteyên xwe newergirtine.    PIRSGIRÊK NEHATIN ÇARESERKIRIN   Tevî ku bi ser erdhejê re 28 meh derbas bûn jî pirsgirêka stargehê nehate çareserkirin. Mexdûrên erdhejê ji bo çareseriya pirsgirêkan hewl dan dengê xwe bi Komeleya Piştevaniyê ya Mexdûrên Erdhejê yên Îzmîrê ku di 17’ê sibata 2021’an de avakirin, ragihînin. Aylîn Karaca (50) ya kargeh û xaniyê xwe windakirin, zêdebûna bihayên kirê yên piştî erdhejê bi bîr xistin û ji bo dîtina xanî zehmetî kişandin.    Karaca, anî ziman ku zêdetir pirsgirêkên psîkolojî jiyan û wiha got: “Beriya erdhejê karê me hebû. Derdê me yê kirê nebû. Niha him bê xanî him jî bêkar man. Em ji bo li ser erdê me xanî bê çêkirin serî lê didin lê mutehit heta ku zêdekirina emsalê nebe bihayî jî nadin. Niha zêdebûna emsal nebe em nikarin xanî jî çekin. Em dixwazin gazinên me bên çareserkirin.”   ‘EM HATIN JI BÎR KIRIN’    Karaca bal kişand ser erdhejên niha çêbûn û wiha berdewam kir: “Niha her kes xemgîne lê piştî meheke din tê jibîrkirin. Em jî piştî mehekê hatin jibîrkirin. 3 sal derbas bûn lê hêj em hewl didin dengê xwe ragihînin. Dema erdhej çêbû herkes bi lez bi TIR’an çû. Wê piştî saleke din jî pêdiviyên van mirovan hebin. Divê ne bi êş û kelecanê divê bizanebûn piştigiriya van mirovan bê kirin.”   ‘EM MALA XWE DIXWAZIN’   Sûna Ozgunduz (50) a xaniyê wê yê xesareke zêde hiştiyê hilweşiyayî jî gazin kirin ku tevî 3’yemîn zivistana erdhejê ye jî pirsgirêk nehatine çareserkirin û wiha got: “Herêma ku erdhej lê çêbûyî cihekî ku kesên teqawît û xizan lê dijîne. Niha bêyî emsal ne pekane em xaniyê xwe çêbikin. Ji bo ku krediyeke guncav bigirin divê ji roja hilweşînê berî salek tejî be em serî lê bidin. Ji ber me ev nekiriye em nikarin krediya guncav bigirin. Me hêj dest bi çêkirina xanî nekiriye. Em nagihin krediyan. Ev der herêma erdhejê ye. Em ne li pey rantê ne. Tenê dixwazin mala xwe çêbikin.”   ‘DIXAPÎNIN’   Sayît Ûsalar (75) ê xaniyê wî hilweşiya jî diyar kir ku ji ber mexdûriyetê nikarin debara xwe bikin û ev gazin kirin: “Ev erdheja nû ji ya me gelek girantir e. Li wir hin siyasetmedar ‘dibêjin em ê di salekê de hin xaniyên din çêbikin’. Hêj 500-600 xaniyên ku te li vir çêkirin hatin teslîmkirin. Yên din hêj tên çêkirin, 3 sal bi ser re derbas bûn. Tu dê li wir çawa çêbikî? Hişê mirov nagire. Mirovan dixapînin.”   ‘BILA PIRSGIRÊK ÇARESER BIN’   Fatma Ertaş (55) a lawê xwe winda kir jî diyar kir ku ji ber kesên jiyana xwe ji dest dan girîngiya xanî nemaye lê mexdûriyeta wan berdewam dike û wiha got: “Ez rojan dijmêrim. Tevî wextê derbas bûyî jî êşa kurê min xelas nabe. Lawê min di avahiyeke rizî de jiyana xwe ji dest da. Herî zêde ez ê li dijî vê derkevim, naxwazim bibim xwediyê avahiyeke rizî. Divê şaredarî dewlet di vê mijarê de destê xwe deyne bin kevir. Heke xaniyên tên çêkirin li gorî rêziknameyê bin bila biryara emsal were qebûlkirin. Heke ev pirsgirêk neyê çareserkirin bila Îzmîr jî weke herêma afete were îlankirin. Mala ez rûdinim ji aliyê Wezareta Hawîrdor û Bajarvaniyê ve weke kêm xesar hate tespîtkirin. Me bi xwe test kir. Nîv xesar derket. Lê me nekarî weke nîvxesar bidin nîşandan. Şaredarî hat û hilweşand. Ji du salan zêdetir dem derbas bû lê em hêj nikarin xaniyê xwe bidin çêkirin.”   MA / Delal Akyuz