‘Qada Zarokan a Ûgûr Kaymaz’ hate avakirin 2023-03-01 11:58:20   HATAY - “Qada Zarokan a Ûgûr Kaymaz” ku ji hela Meclisa Ciwanan a HDP’ê ve hatiye avakirin, ji bo ku zarok travmaya jiyane bi hesanî derbas bikin dixebite.    Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanyaya “Zincîra Jiyanê” de li navçeya Defne ya Hatayê “Qada Zarokan a Ûgûr Kaymaz” ava kir. Li qada ku li Taxa Çekmeceyê hate avakirin de bi aktîvîteyên weke muzîk, drama, wêne zarok ji travmaya dijîn re tên dûrxistin.    WÊNE, DRAMA Û LÎSTIK    Endama Meclisa Ciwanan a HDP’ê Fatma Çabûk, diyar kir ku tevî hemû astengiyan li herêma erdhejê ne. Çabûk, bi lêv kir ku erdhejê bi awayekî fîzîkî û psîkolojîk bandoreke zêde li zarokan kiriye û wiha got: “Ji bo ku em vê texrîbatê ji holê rabikin me Qada Zarokan a Ûgûr Kaymaz ava kir. Em ê bi aktîvîteyên weke muzîk, atolyeyên dramayê, wêne û lîstikan bi zarokan re bin.”   Endamê Meclisa Ciwanan a HDP’ê û di heman demê de xwendekarê beşa Gihandina Zarokan Mehmet Çal jî diyar kir ku piştî erdhejê malbat bi fikar in û ev fikar jî di zarokên ji erdhejê bandorbûne derdikeve holê.    ‘HÊZÊN EWLEHIYÊ BANDORÊ LI TRAVMAYÊ DIKIN’   Çal ê diyar kir ku alîkarî tên desteserkirin, pêdiviyên bingehîn ên weke av, nan û xwarinê tên astengkirin, anî ziman ku daxwazên zarokan ji bo wan pêdiviyên bingehîn in û wiha got: “Li gorî çavdêriyên me hêzên ewlehiyê yên li qadê bandora travmatîk a li ser zarokan kûrtir dike. Divê zarok ne di hawirdora şer de divê li qadên lîstikê vê travmayê derbas bikin. Em ê ji zarokan re bibin alîkar û ji bo vê pêvajoyê derbas bikin bixebitin.”   ‘KESÊN EREBÎ DIZANIN BILA BI ME RE BIKEVIN NAVA PIŞTEVANIYÊ’   Çal herî dawî bal kişand ser zimanê dayikê û ev bang kir: “Zarokên li herêmê bi kurdî û erebî diaxivin. Ji bo zarokên kurd hevalên me yên kurdî dizanin hene. Lê em bang dikin ku kesên psikolog, di qada şewirmendî û rehberê û gihandina zarokan de pispor ên erebî dizanin bi me re bikevin nava piştevaniyê.”   MA / Mujdat Can