Ji şerê Sûriyeyê reviyan lê bûn qûrbaniyên erdhejê 2023-03-01 11:59:44   MEREŞ - Di erdhejê de lingê Sened Elşhade ya ji Sûriyeyê hat jêkirin û du xwişkên wê jiyana xwe ji dest dane û dibêje ew nizane ji niha şûn ve çi bike.    Yek ji malbatên ku tesîra erdheja Bazarcixa Mereşê li ser wan kiriye jî malbata Mihemed Elşahade ye. Ew û hevjîna xwe û zarokek xwe 5 salî sax ji bin kavilê derketine. Fatma û Lorîn keçên malbatê ne û di bin kavilê avahiyê de jiyana xwe ji dest didin. Lawê wan ê 14 salî Sened jî birîndarî ji bin kavil hatiye derxistin.    JI ŞERÊ SÛRIYEYÊ REVIYANE    Ev malbat 8 sal berê ji Tebqaya Sûriyeyê ji ber şer reviyane û hatine li gundê Arslanbey Çîftlîgî yê bi ser Bazarcixa Mereşê ve bicih bûye. Sened û Lorîn gavanî û şivaniya gundiyan dike û pê derbara xwe dikin. Malbat niha li gundê Osmandedeyê rûdinê û li sewalên şêniyek gund dinêrin. Ev şêniyê gund du meh berê sewalên xwe difiroşe û malbat bêkar dimîne.    NIZANIN DÊ ÇI BIKIN    Sened radikin nexweşxaneyeke Dîlokê  û lingê wî yê rastê jê dikin. Niha wî anîne malê û wiha dibêje: “Min hefteyek li Dîlokê tedawî dît. Lingê min rastê jêkirin. Piştre min anîn cem malbata min. Em êşa min hem jî êşa malbata min bêdawî ye.” Divê lingê min her roj bê pansûmankirin. Ji min re gotin li malê wê ji bo te xizmeta tenduristiyê bê kirin. Em di kon de ne û em nizanin em ê çi bikin.”    ‘EZ JI LINGÊ XWE BÛM’    Sened dema diaxive jî êş û xem xwe di rûyê wî de dide nîşandan û wiha diaxive: “Ez 14 salî me û hemû barê malbatê li ser pişt amin e. Xwişka min Lorîn jî alîkarî dida min. Jixwe yên din jî biçûk in. Lorîn wefat kir û ez jî ji lingê xwe bûm. Em jî nizanin em ê ji niha şûn ve çi bikin.”    MA / Abdurrahman Gok - Rûkiye Adiguzel