Bîlançoya êrişên Tirkiyeyê ya li dijî bajarên Rojava 2023-03-01 12:17:59   NAVENDA NÛÇEYAN - Felaketa eredhejê ya 6'ê Sibatê ji êrişên Tirkiyeyê ya li dijî kurdan û gelên herêmê nebû asteng. Yên ku di encama erdhejê de jiyana xwe ji dest nedan, bi top, çek û çekên qedexekirî yên Tirkiyeyê jiyana xwe ji dest dan.    Piştî erdheja wêranker a ku li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê rû da û bandor li Sûriyeyê kir, Fermandariya Giştî ya QSD'ê ragihand ku ew amade ne alîkariyê pêşkêş bikin da ku bandorên erdhejê li Sûriyeyê sivik bike. Her wiha çalakiyên leşkerî rawestandin. Di 10’ê sibatê de Rêveberiya Xweser bang kir ku nakokiyên siyasî deynin aliyekî û girîngiyê bidin rewşa mirovî.   Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik bi boneya erdhejê bang li hemû hêzên çalakiyên leşkerî dikin, kir û got: “Çalakiyên leşkerî yên li metropolan û li bajaran bisekinînin. Heta dewleta Tirkiyeyê, êriş neke, me biryar girt ku em çalakiyan nekin.”    Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); êrişên 22 rojên dawî yên Tirkiyeyê berhev kiriye. Li gorî ANHA’yê; Tirkiye li şûna rizgarkirina bi milyonan mexdûrên erdhejê, qirkirina gelê kurd û gelên herêmê xistiye rojeva xwe ya serek û sûcê qetilkirinê zêdetir kiriye.   Daneyên ku ANHA’yê berhev kirine wiha ne:    “6'ê Sibatê, artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran navçeya Til Rifetê ya Şehbayê topbaran kir.   8'ê Sibatê, Navenda Ragihandinê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku endamê wan Ebdurehman El Cilmûd di êrişeke terorî de şehîd bû.   9'ê Sibatê, artêşa Tirk a dagirker gundê Xalidiyê, bajarokê Hîşê û rêya M4 yên li Eyn Îsayê topbaran kirin. Her wiha çeperên gerîla yên derdora gundê Sîda û herêma Çemço yên navçeya Şêladizê ya Amediyê du caran bi çekên qedexekirî bombe kirin û bi dehan caran bi topên obîsan, tankan topbaran kirin. Di bersivdayîna gerîlayên azadiyê de leşkerekî Tirk hat kuştin.   10'ê Sibatê, artêşa Tirk a dagirker qadên berxwedanê yên herêma Çemço bi çekên giran topbaran dikin. Di çarçoveya mafê parastina rewa de gerîlayan leşkerekî Tirk ceza kir û helîkopetereke dewleta Tirk derbe kir.   11'ê Sibatê, gundên Seyda, Xalidiyê, Tîba û rêya M4 ên Eyn Îsayê bi dijwarî ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hatin topbarankirin. Qadên berxwedanê yên gerîla 27 caran bi obîs û çekên giran bombe kirin.   12'ê Sibatê, balafireke bê mirov a bi çek a dewleta Tirk rêya Menaz ê gundewarê rojava yê Kobanê bombebaran kir. Di encamê de endamê TEV-DEM'ê Mehmûd Beşar (Mehmûd Kobanê) şehîd bû. Ciwanên bi navê Îsmaîl Hemdî El Ebdullah, Ela Hisên El Omer (20) ên ji Ezazê û Mihemed Ramî Rustem (24) ê ji bajarokê Daret Îze dema dixwestin derbasî Tirkiyeyê bibin da ku xizmên xwe yên di binê kavilan de asê mane, xilas bikin, bi awayekî hovane ji aliyê leşkerên artêşa dagirker ve li gundê Sewan ê navçeya Şêra ya Efrînê hatin qetilkirin.   14'ê Sibatê, artêşa Tirk a dagirker qada deşta Kafiya ya Garê 5 caran bi balafirên şer kirin hedef.   15'ê Sibatê, artêşa Tirk a dagirker bi çekên giran qada berxwedanê ya Girê Cûdî topbaran kir. Her wiha çeperên berxwedanê yên nêzî gundê Sîda yê navçeya Şêladizê bi bombeyên qedexekirî bombe kirin.   16'ê Sibatê, artêşa Tirk navçeya Til Rifetê topbaran kir. Di encamê de welatiyê bi navê Yûsif Ebid (70) şehîd bû û welatiyekî din birîndar bû.   15 û 16'ê Sibatê artêşa Tirk çeperên berxwedanê yên Girê FM yên li gundê Sîda û qada Çemço 43 caran bi bombe, tank û çekên giran bombe kirin.   17'ê Sibatê, artêşa Tirk a dagirker 38 caran qadên gerîla bi helîkopterên şer, tank û topên obîsan û çekên giran bombebaran kirin.   18'ê Sibatê artêşa Tirk a dagirker rêya M4, xwaringeha El Nexîl, gundê Seyda, Kampa Kevin a Eyn Îsayê yê rojhilatê Eyn Îsayê topbaran kirin. Di heman rojê de 63 carab çeperên berxwedanê yên li Girê Cûdî yê nêzî gundê Sîda û qada Çemço bi top, tang û çekên giran bombebaran kirin.   19`ê Sibatê artêşa Tirk a dagirker nuqteyên gerîla 6 caran bi balafirên şer û 6 bi tankan û çekên giran bombebaran kirin.   20`ê Sibatê artêşa Tirk a dagirker 46 caran bi tank, top, çekên giran topbaran kirin û bi dehan caran bi balafirên şer qadên berxwedanê ên gerîla bombebaran kirin.   20`ê Sibatê artêşa Tirk a dagirger gundê Hiwêce û Fatsa yên rojhilatê Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kirin.   22`yê Sibatê erebeyeke li ser rêya di navbera Qamişlo û Tirbespiyê de li nêzî gundê Biweyre yê rojhilatê Qamişlo ji aliyê balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker ve hate hedefkirin. Di encamê de welatiyê bi navê Xelîl Mencê şehîd bû û yek din jî birîndar bû.   23`yê Sibatê artêşa Tirk a dagirker qadên berxwedanê yên nêzî gundê Sîda 25 caran bi bombeyên qedexekirî, madeyên fosfor bombebaran kirin. Her wiha girê Amedêyê û girê Cûdî 83 caran bi bombe, tank, top û çekên giran kirin hedef.   24`ê Sibatê îstîxbarata dewleta Tirk a dagirker li herêma Şiqeyif a bakurê taxa Şêxmeqsûd a Helebê erebeyek teqand. Di encamê de endamê Komîteya Aboriyê Hemze Kobanê şehîd bû û 3 kesên din birîndar bûn. Di heman rojê de artêşa dagirker qadên berxwedayê yên nêzî gundê Sîda 17 caran bi bombeyên fosforê û qedexekirî bombebaran kirin. Her wiha herêma girê FM û herêma Çemço 65 caran bi top û tankan bombebaran kirin.   25`ê Sibatê Hêzên Ewlekariya Hundirîn daxuyand ku endamê wan ê bi navê Metşer El Ehmed di êrişeke terorîst de şehîd bû. Di heman rojê de dewleta Tirk a dagirker rêya M4 bi çekên giran topbaran kir. Her wiha qadên gerîla 2 caran bi balafirên şer, 65 caran bi helîkopteran û topên hawrtz û 17 caran bi  bombeyên fosfor yên qedexekirî hatin bombekirin.   26'ê Sibatê qadên berxwedanê 43 caran bi tank, top û çekên giran ji aliyê balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker ve hatin topbarankirin. Çeperên berxwedanê yên nêzî gundê Sîda 15 caran bi madeyên fosforê hatin topbarankirin. Artêşa Tirk a dagirker gundê Gozeliyê yê başûrê navçeyê yê nêzî rêya M4, gundê Um El Kêf ê rojavayê navçeyê bi çekên giran topbaran kirin.   27'ê Sibatê erebeyek li nêzî Dibistana Rufeyda El Îslemiye ya Seretayî ya taxa Kelase ya Hesekê hat teqandin. Di encamê de şervanekî QSD'ê şehîd bû û 2 welatiyên din birîndar bûn. Her wiha Kampa Eyn Îsa, gundên Seyda û Xalidiye bi çekên giran ji aliyê artêşa Tirk ve hatin topbarankirin.   Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) ragihand ku di êrişa balafirên bê mirov ên biçek ên dewleta Tirk de li dijî gundê Behreva yê Şengalê ji fermandarên wan Seed El Bedel (Pîr Çeko) û Xeyrî Xidir Xelef (Agir Cefrî) şehîd bûn.   Her wiha di êrişa artêşa Tirk a dagirker a li gundê Dirdara yê rojhilatê navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê de jina bi navê Wedha El Faris ku pezê xwe diçêrand ji lingê xwe yê çepê de birîndar bû.”