‘Birayê min 18 roj piştre derxistin, di destê min de tenê hejmara gora wî heye’ 2023-03-01 13:33:18   HATAY - “Welatparêzê T.C’ê” yê bi navê Şahabettîn ku cenazeyê wî 18 roj piştre ji bin kavilan hate derxistin û veşartin, hesabê ji dewleta ku ji bilî hejmareke gor tiştekî din nedayê dipirse.    Li Hatayê hema hema yek avahiyê saxlem nema ye. Li mirov hêcete ku li kolanên bajar tenê rastî yek kesê bên ku ji mal û canên xwe nebûbe. Xuşîna Çemê Asî li navçeya Defneyê ye, bêyî ku hay ji zindiyan hebe, diherike û diçe. Ji konên li pey hev li qeraxê çem hatine rêzkirin, qêrînên “Xwedê bela xwe bide we, we em ji dîn derxistin, we îman di serê me de nehişt, we...” bilind dibin. Em, bi lez û bez ber bi van qêrînan ve dimeşin. Cîgirê walî komeke leşkeran daye pey xwe, wiha kerem dike: “Em ê van konan îro ji vir rakin.” Hêza wî heye, artêşa wî, çekên wî hene, unîforma, payeyên bilind, cîgirê walî, li pey wî polîs û leşker... Li asîman gewriya asbestê, li ser rûyê erdê dengê gavên gewr ên milîtarîzmê bilind dibe: “Em heta êvarê dem didin we.”    Li dijî van gotinan, ji kesên di bin konên nelihev de bi tenê, yên bê xwedî hatine hiştin dengê; “Ez hemwelatiyekî dilsoz ê Tirkiyeyê me, ma ez îro hatim bîra te” bilind dibe û wiha didome ev deng: “Ne mal heye, ne kar heye, ne cihek, ne konek, ne betaniyek, ne dewlet heye. Ma em bêaqil in. Dê bi ku de biçin.”    Kesekê bi navê Şahabettîn ku hinek qirç û qal kişandine ber kona xwe, ji dûr ve îşaretê dide me û bang dike. Li ser sînga me qert, di dest me de wênekeş dîtiye û dixwaze derdê xwe verêje. Kesekî bêşiyan, zeîf, lamikên wî ji hundir ve bi hev ve zeliqîne, çavên wî vemirî ne, bihêrs û dev bi çêr wiha dibêje: “Ev bû mehek ev li ku bûn? Van zarokên ku tu niha îro li vê derê dibînî bi destê me girtin, alîkarî dan me. Me ji destê ku belav dikir, girt. Kesên jê re digotin terorîst, zarokên çepgir ji me re şorbe anîn. Civaka sivîl anî, gel bo me pariyeke nan anî.”    ‘HATIYE BO MIN DEWLETÊ DIKE’   Hinek dengên din tevî dengên wî dibin û galegalek derdikeve: “Em, mîna koremişkan di bin baranê de man, çar rojan yek beşerê Xwedê li vê derê nebû. Hatiye bo min dewletê dike. Ma me dengên xwe dan kê, me dan çi. Me hevalên xwe, xizmên xwe, dostên xwe yên bi salan winda kirin. Ne ceyran, ne av û ne jî daşir hene. Mîna ji derve xuya dike nîne ev der. Mîna li Enqereyê tê dîtin nîne. Xwedê bela xwe bide wan. Bila bela xwe ji me vekin. Ez ê çendek meh piştre bikevin ezmûna KPSS’ê, qaşo dê kar bide min, dê bide! Em ê vê derê neterikînin...”    ‘18 ROJ PIŞTRE CENAZE DERXIST’   Şahabettîn, bi dengekî hêrs, dema diaxive dilerize û bi çavên tijî rondik wiha didomîne: “Kekê min piştî 18 rojan ji bin kavilan derxistin. Nizanim bê ka li ku hatiye veşartin. Cenazeyê wî li ku derê defin kirin, tu kes vê pirsa min nabersivîne. Hejmarek xistin destê min. Min ew jî ji bîr kir, ma qey hiş di serê de min de ma ye. Bawerim li goristana bêkesan hatiye veşartin. Jinbiraya min, biraziyên min, zarok, tevek çûn. Ka me digot em hemwelatî ne, me digot em hemwelatiyên Komara Tirkiyeyê ne. Êdî bes e, bila dest nedin me, naxwazim bi tu deverekê ve biçim.”    ‘KARÊ MIN TUNE YE, TIŞTEK DI DESTÊ MIN DE NÎNE’   Piştre Recep Meydanîoglû (44) dikeve navberê, bi destên min digire û kaş dike. Min li nava kona AFAD’ê digerîne ku 8 kes tê de dijîn. Di kon de çendek ker û per, xwarinên ku bi têrî danekî nakin, sê parçeyên cilan ên hilayîstî, betaniye hene. Ji bilî van tiştekî din tune ye. Dibêje; “Ev tişt jî van zarokên çepgir ji me re anîn. Ji ewil ew bi hawara me hatin, ji ewil wan bi destê me girt. Dewlet hêj jî tune ye, îro dibêjin vê derê vala bikin. Karê min tune ye, nanê min tune ye, tiştek di destên min de nîne, alavên min tune ne. Mala min serûbin bû, kavilên wê jî rakirin. Ez êdî cihê wê jî nabînim. Vaye dewleta min ev e.”     ‘EZ ANTAKYAYÊ NATERIKÎNIM’   Dema min li nava konê digerîne, çavê min bi zarokekî nûgihayî yê 12 salî dikeve ku mûyên simbêlên wî hêj nû derketine û bi dengekî bilind diqîre. Navê zarok, Beraat e. Dibêje: “Psîkolojiya zarok xerab bû.” Zarok dibêje qey em “dewlet baba” ne ku ji bo valakirina konan hatiye navçeyê û li pey hev diqîre: “Ez Antakyaya xwe naterikînim, ez naterikînim.”    MA / Sedat Yilmaz