Li Mereşê tenê li goristanekê 6 hezar kes hatine veşartin 2023-03-01 17:07:52 MEREŞ - Hat gotin li Goristana Kapiçamê ya Mereşê 6 hezar kes hatine veşartin.    Navenda erdhejê Mereş bû. Li Mereşê cihek ku wêrean nebû nîne. Li Mereşê rakirina kavilan didome. Tê gotin hê jî cenaze di bin kavilan de hene. Heta îro li kîjan bajarî û navçeyê çend kes mirine nehatiye eşkerekirin. Daneyê vê fermî tune ne. Her wiha heta niha nehatiye eşkerekirin ku çend kes li çend goristanan hatine veşartin.    6 HEZAR KES HATINE VEŞARTIN    Beşek mezin a cenazeyên li navenda Mereşê ji bin kavilan hatin derxistin li Goristana Kapiçamê hatin veşartin. Li sê nokteyên goristanê cenaze hatin veşartin. Hat zanîn ku tenê li Goristana Kapiçamê 6 hezar cenaze hatine veşartin.    Li ser her gorê texteyek hatiye çikandin û li ser hin textan navê hin kesan û li ser hin textan jî nimre hatine nivîsandin. Balkêşe ku navê gelek xizmên hev hatine veşartin. Xizmên qurbaniyan cil û laçikan li ser textan daliqandine.    GORISTANA BÊKESAN   Li Goristana Kapiçamê, Goristana Bêkesan hatiye avakirin. Qurbaniyên erdhejê yên nasnameya wan diyar nebûye li vir veşartine. Tê gotin cenazeyê ji sed kesî zêdetir nimûneya DNA’yê ji wan hatiye girtin û li heman cihî hatine veşartin.    MA / Ahmet Kanbal