QSD: Tirkiyeyê di Sibatê de 24 caran êriş kir 2023-03-01 20:12:27     NAVENDA NÛÇEYAN - QSD'ê daxuyand ku Tirkiyeyê di meha Sibatê de 24 caran bi çekên giran êrişî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiriye.    Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD)  bi daxuyaniyekê bîlançoya êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê yên meha Sibatê eşkere kir.   Di daxuyaniyê de ev tişt hatin ragihandin:    "Ruxmî bandorên xeternak ên ji ber erdheja li Sûriyeyê, Tirkiyeyê çêbûne û bangên navneteweyî yên kêmkirina tundiyê ji bo hêsankirina xebatê alîkariyê, lê dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên me yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiryarên xwe dewam dike. Careke din dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hestiyariya bi mexdûrên erdhejê re bi şer û nefterê li dijî herêmên me bi kar anîn û êrişên xwe zêde kirin.   Di dema piştî erdheja 6′ê Sibatê de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê 24 caran bi çekên giran û tankan êriş kirin, balafirên keşê û yên bêmirov li dijî herêmên me bi kar anîn. 348  caran jî balafirên dagirkeriyê li ser herêmê gerîn û 27 caran balafirên şer û helîkopterê asîmanê Sûriyeyê darbas kirin.   Li kêlek wê jî, careke din dagirkeriyê rêbaza îstîxbaratî ya qirêj bi kar anîn û erebeyek sivîl li taxa Şêxmeqsûdê ya Helebê û yek din jî li Hesekê bombebaran kir û teqand.   Di encama êrişên dagirkeriyê yên Sibatê de, 4 sivîl şehîd bûn, ji nav wan koçberekî Efrînê yê 70 salî hebû, her wiha 3 kes jî birîndar bûn, ji nav wan jinek hebû. Li rex wê jî êrişan zirarên mezin bi mal û mlikên şêniyan de kir û nehişt şênî xwe bigihînin berhemên xwe yên çandiniyê.   Ji bo nixumandina sûcên xwe, dagirkeriyê derew kir ku destê wê di qetilkirina sivîlan de tune ye û dezgehên ragihandinê yên dewleta Tirk a dagirker îdia kir ku endamekî ji hêzên me bi navê Xelîl Mencî kuştiye û ew bi êrişa Istenbolê tawanbar kir. Lê em piştrast dikin ku tu têkiliya wî kesî bi hêzên me re tune ye û ew sivîl e û dûrî çalakiyên leşkerî û siyasî ye.   Li kêlek dewama êrişên dewleta Tirk a dagirker û sûcên wê ku dibe sedema qetilkirina welatiyan li herêmên me, hîna vebijarkên bersivdayînê yên hêzên me bi hincetên exlaqî û însanî ve girêdayî ne û hewl dide alîkariya welatiyan li herêmên wêrankirî bike û li hember van kiryarên şantajê yên dewleta Tirk xwe radigire.   Dewleta Tirk a dagirker texmîn dike ku mijûlbûna civata navneteweyî û rêxistinên mirovî bi karesata erdhejê re şansek e ku xwe ji zextên wan ên qedexeya êrişkirina herêmên me bide aliyekî. Ew yek digel nebûna qanûnên navneteweyî yên hesabkirina dagirkerî û çeteyên wê li ser sûcên wê yên li dijî herêmên, guhartina demografîk, qetilkirin û koçberiyê, pêk tê.   Li gorî van mijaran, em banga xwe ji civata navneteweyî, rêxitinên hiqûqî û navneteweyî re dubare dikin ku bi erkên xwe yên hesabkirina dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser sûcên wan ên dermirovî rabin. Ew karesat erdhejê bi kar tînin, qetilkirinê zêde dikin û planên xwe yên qirêj pêk tînin. Her wiha em bang dikin ku mekanîzmeyên bikêr û rasteqîn deynin da ku dawî li êrişên dewleta Tirk a dagirker û gefên ewlehî yên rêxistina DAIŞ′ê ya terorîst bînin. Ji ber DAIŞ hewl dide rewşên mirovî yên girêdayî karesata erdhejê ji bo zindîkirina çalakî, rêxistin û pêkanîna êrişên xwe bi kar bîne."