ROJEVA 2'YÊ ADARA 2023'YAN 2023-03-02 09:00:36     * Li Defneyê Ahmet Guzeloglû ku kon bi dest wî neketiye û ji ber vê di serayê de dimîne, got: "Me heya niha kesî li vir nediye. Leşker tenê di rê de diçin û tên. Silavan li serokê me (li Erdogan) bike."    * Parêzer Îbrahîm Baran diyar kir ku li ser laşê Ahmet Bûgrûrê ku hatibû îdiakirin li midûriyeta polîsan a Bazîdê xwe kuştiye, dewsa lêdanê hebûye û got ku çendî polîs bi kamerayan nezaretxaneyê temaşe kirine jî mudaxile nekirine.    * Kazim Konaç ku gelek xizmên wî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, diyar kir ku ji ber ku pêdiviyên wan ên wekî kon nehatine dabînkirin ew 7 rojan tevî bi bavê xwe yê astnegdar di sir û seqema zivistanê de li derbe maye û got: “Tu alîkariyek ji Semsûrê re nehat. Piştî çend roj di ser erdhejê re derbas bûn alîkarî hat, lê têr nedikir.”   * Endama Meclîsa Jinan a KESK'ê Zeynep Korkmaz destnîşan kir ku ew ji roja ewil ve li qada erdhejê ne û bal kişand ser pirsgirêkên ku jin ûz aroka bi wan re rû bi rû dimînin. Korkmazê got ku dê alîkarî û piştevaniya wan a ji bo mexdûrên erdhejê bidome.   * Dîwarên bendava li gundê Nêrwehê yê Qilebanê derizî ye. Ji ber ku av ji dîwarên bendavê tê şêniyên herêmê bifikar in û bi şev nobedê digirin. İbrahim Ozer bilêv kir ku ew êdî nikarin bi şev razên û got: "Her roj kevir bi ser me de tên xwarê û lehî radibe. Ev bendav ji roja hatiye çêkirin heya niha, tu hizûr ji kesî re nehiştiye."   * Ma Muzîk li Semsûrê ber dilê zarokan xweş dike. Ji perwerdekarên Ma Muzîkê Ferhat Ertaş destnîşan kir ku ew dixwazin pêşî li ber travmayan bigirin.    * Elîf Ozturk ku keda wê ya 35 salan di bûye kavil, got: "Dibêjin, 'em ê xanî çêbikin, lê ji sedî 45'ê wê dê xwediyê xnê bidin.' Ez ê bi vî lingê xwe yê seqet, bi vî milê xwe yê seqet çawa ji nû ve mala xwe ava bikim?"   * Endama Komîsyona Mafên Heywanan a Baroya Îzmîrê Rojda Kûrûş diyar kir ku heywanên li herêma erdhejê bi talûkeyekê re rû bi rû n eû got: "Divê şaredarî ji bo heywanan qadên hêwirînê çêbikin."    * Kolber Horamî da zanîn ku gelek kolber hatine kuştinî gelek jê îşkence li wan hatiye kirin û gelek jê jî seqet bûne û got ku li dijî van binpêkirinên mafan cihekî ku serî lê bidinê tune ye.    * Berdevka Meclisa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku ew ê her bi jinên mexdûrên erdhej re di nava piştevaniyê de bin û ew ê di 8’ê Adarê de hesabê hilweşînê ji îktidarê bixwazin.   * Çalakiya Nobeta Edaletê ya Malbata Şenyaşar daye destpêkirin dê di roja 710’emîn de berdewam bike.    * Li Stenbol, Îzmîr, Edene û Mêrsînê têkildarî 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê daxuyaniyê bidin. (10.00-13.00)   * Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay wê li navenda giştî ya partiya xwe civîna çapemeniyê li dar bixe. (11.00) ZINDΠ   * Danişîna doza derbarê Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan de hatiye vekirin wê li 24’emîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Enqereyê bê lidarxistin. (11.25)     * Hevberdevka Komîsyona Polîtîkayên Perwerdehiyê ya HDP’ê Gulistan Kiliç Koçyîgît wê li navenda giştî ya partiya xwe civîneke çapemeniyê li dar bixe. (13.00) ZINDΠ   * Danişîna doza têkildarî Komkujiya Vartînîsê wê li 1’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Kirikkaleyê bê lidarxistin. (14.00)