Heywanên li herêma erdhejê bi xetereyeke mezin re rû bi rû ne 2023-03-02 09:01:42   ÎZMÎR - Endama Komîsyona Mafên Heywanan a Baroya Îzmîrê Rojda Kûrûş diyar kir ku heywanên li herêma erdhejê bi talûkeyekê re rû bi rû n eû got: "Divê şaredarî ji bo heywanan qadên hêwirînê çêbikin."    Di erdhejên ku di 6'ê Sibatê de bi pileya 7,7 û 7,6'an li Mereşê çêbûn, li 10 bajaran bûn sedema karesateke mezin. Nêzî 45 hezar mirov û bi hezaran heywan di bin kavilan de mirin. Heywanên xelas bûn û birîndar bûn jî tî û birçî ne.    Endama Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) a Şaxa Îzmîrê û endama Komîsyona Mafên Heywanan a Baroya Îzmîrê Rojda Kûrûş, di 17'ê Sibatê de çû navçeya Defneyê ya Hatayê û 3 rojan li wir ma. Kûrûşê diyar kir ku kes behsa heywanan nake û got: " Di bin kavilan de bi hezaran heywan hene û hê jî sax in. Ji roja ku erdhej çêbûye heya niha tî û birçî ne û li benda rizgarkirinê ne. Niha bi qasî mirovan, heywan jî bandorê ji toz, dûman û asbesta li wir digirin. Niha bi deh hezaran heywan bi vê xetereyê re rû bi rû ne."    Kûrûşê destnîşan kir ku dewletê ne mirov ne jî heywan rizgar nekirine û rewşa heywanên li malan dihatin xwedîkirin nebaş e. Kûrûşê diyar kir ku ji ber ku mirov ji herêmê koç dikin kes tune heywanan xwedî bike û got: "Bi taybetî Hatay, Semsûr û Mereş bi temamî vala bûne. Ev bajar piştî demekê dê bibin qada înşeatê. Behsa gelek gazên jehrî tê kirin. Ev ji bo heywanan jî nebaş in. Heywananên li derdora înşeatan ji birçîna nemirin, dê ji be rmakîneyên kar bimirin."    Kûrûşê xwest ji bo heywanan şert û mercine baş bên peydakirin û got: "Xebatên dilxwazan tenê têr nakin. Divê şaredarî jî bicebitin û heywanan xelas bikin û ji bo wan qadine hêwirandinê çêbikin. Divê şaredarî bi rêk û pêk heywanan xwedî bikin û wan aşî bikin."    MA / Delal Akyuz