7 rojan tevî bavê xwe yê astengdar li derve maye: Tu alîkariyek ji Semsûrê re nehat 2023-03-02 09:15:47   SEMSÛR - Kazim Konaç ku gelek xizmên wî di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, diyar kir ku ji ber ku pêdiviyên wan ên wekî kon nehatine dabînkirin ew 7 rojan tevî bi bavê xwe yê astnegdar di sir û seqema zivistanê de li derbe maye û got: “Tu alîkariyek ji Semsûrê re nehat. Piştî çend roj di ser erdhejê re derbas bûn alîkarî hat, lê têr nedikir.”   Li Semsûrê ku yek ji bajarên ku herî zêde bandor ji erdhejê girtiye, mexdûrên erdhejê hê jî nikarin pediviyên xwe yên jiyanî dabîn bikin. Li navenda Semsûrê û navçeyên wê gelek avahî hilweşiyan û tevî ku welatiyên li vir dibêjin hejmara kesên ku jiyana xwe ji dest dane di ser 30 hezarî re ne jî, lê li gor hejmarên fermî zêdetirî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest dayee. Mexdûrên erdhejê ku piraniya wan xizmên xwe di erdhejê de winda kirine, hê jî şîna xwe danenîne. Welatî ketine etra dabînkirina pediviyên xwe yên jiyanî.    Ji mexdûrên erdhejê Kazim Konaç ku li navenda Semsûrê bi alikariya dilxwazan ji xwe re kon vergirtiye anî ziman ku ew û bavê xwe yê astengdar heft rojan li derve manê û hê jî pediviyên wan ên jiyanî bi dest wan neketine.    ‘TU ALÎKARÎ JI SEMSÛRÊ RE NEHAT’   Konaç bi lêv kir ku wî jî gelek xizmên xwe di erdhejê de winda kirine û wiha got: “Erdhej ji xwedê tê, lê piştî erdhejê tu alîkarî ji me re nehat. Bi hezaran kes di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan.  Li aliyekî baran hebû li aliyê din sir û seqem hebû. Gelek kes jî ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dan. AFAD dereng hat. Pismamê min ê 40 salî, amojna min, zaroka pismamê min a 4 salî û gelek xizmên me di bin kavilan de jiyana xwe ji dest dan. Lê tu alîkariyek ji Semsûrê re nehat. Piştî erdhejê bi çend rojan alîkarî hat, lê têr nedikir.”   HÊ JÎ PEDIVIYÊN JIYANÎ NEHATINE DABÎNKIRIN   Konaç diyar kir ku ew 8 rojan bi bavê xwe yê astengdar re li derve mane û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ji sedî 70’yê Semsûrê hilweşiya, yên mayî jî xisareke giran girtine. Walitiya Semsûrê reviya, em çend rojan li vir tî û birçî man. Bavê min astengdar e, tu kon nedan me. Çend rojan em perîşan bûn. Ne nan, ne av, ne tuwalet û ne jî ji bo dabînkirina pêdiviyên rojane tu tiştek tune bû. Em heft rojan li derve man, mala me hilweşiya. Niha em di kon de dimînin lê ne lawabo ne jî tuwalet tiştek tune ye. Ew kon jî kesên xerxwez dane me.”   MA / Mahmût Altintaş - Zerrîn Sargût