‘Keça min ji ber sarmayê mir’ 2023-03-02 10:32:16   HATAY - Lutfiye Yuce ku keça xwe ya ji bin kavilê xaniyê xwe yê ku ji ber zinarên ji Çiyayê Habîbî Neccar hatin xwarê ser û bin bû xelas kir, diyar kir ku keça xwe di bin barana dibarî û hewayê sar da winda kir û got: “Ez çar rojan li bendê mam kes nehat, heke me rakiribûya nexweşxaneyê wê xelas bûbûya.”   “Keça min ji ber sermayê mir” ev gotin gelek giran e, weke cemede ye, xwîna mirov diqerisîne, ez dizanim zêdetir e ne kêmtir e. Ez ji bajarekî ev qas rast û giran radigihînim. Dibêjin “salekê bidin min” ne salekê salan jî bidin bawer nekin. Kesên ku serdana vî bajarî kirine, dîtine tevî ku hemû kamyonên “Çeteya 5’an” û dariştiyên wan bînin jî nikarin vî xirbeyî rakin. Bi kurtasî li vî bajarî avahiyeke bi tenê ya saxlem nîne. Nîne, nîne, nîne!   Taxa Kuçukdalyan a Antakyayê di navbera Çiyayê Habîbî Neccar û Çiyayê Hac de cihekî xîzan e. “Destê dewletê yê dilovan, birehm û dirêj” di roja erdhejê ya 10’an de kariye bi çend konan bigihe vê derê. Pênûs, kaxiz, aqil, feraset tê re nake ku hersa şêniyên taxê vebêjin. Têre nake ji ber ku hevoka “Keça min ji ber sermayê mir” yek ji çend hevokên ku vê tradejediyê vebêjim e. Xaniyê ku li qûntara Habîb-î Neccar hatiye çêkirin, kevirên ji çiya hatine xwarê ser û bin kirine.    ‘ME BI BIRÎNDARÎ XELAS KIR, AMBÛLANS NEHAT’   Lutfiye Yüce (65) ku bi hevkariya cîranan, ji bin kavilê xaniyê xwe yê zinaran ser û bin kir bi saxî derket û yek ji du keçên wê ku birîndar bû, ji ber baran û sermayê jiyana xwe ji dest da. Yuce têkildarî vê rewşê wiha got: “Bi saetan em li benda ambûlansê man, tu derê ku em lêgeriyan bersiv nedan, nexweşxaney nîne, wesayît nîne, rê nîne. Me keça xwe zindî derxist, hêj 30 salî bû. Roja ewil em çûn şikeftê ve. Em ê ku ve biçin çi bikin nizanin.”   ‘CENAZEYÊ WÊ ÇAR ROJAN DI KOLANÊ DE MA’   Tiştên ku tên gotin qirika mirov girê dide, hevokeke ku mirov binivîse nahelê. Yuce ya ku dilop dilop hesir ji çavên wê diherikin wiha dibêje: “Cenazeyê keça min çar rojan li kolanê, li ber baranê di sermayê de ma.” Yuceya her ku diaxive di laşê wê de giranahiyek çêdibe wiha domand: “Piştî çar rojan me bi xwe cenazeyê xwe wergirt. Kurê min cenazeyê xwişka xwe bi destê xwe şûşt û kifinkir. Li goristanê cih nebû, lewma birin gundekî gelek dûr veşartin.”   ‘TEMENEKÎ MIN Ê DUYEMÎN NÎNE’   Li ser vê trajediyê trajedî hene? Hene, ji wê wêdetir hene. Heta 65 saliya xwe ked daye, nexwariye, nevexwariye, ne cil li xwe kiriye, negeriyaye, bi çend qûrişên ku xerc nekirin xanî kirî, xaniyê wê jî di bin zinarên çiyayê Habîb-î Necar de ser û bin bû. Bila jiyana ku “cihana hilweşiyayî” ji vir û şunde pêşkeşî Yuceyê bike di hevoka “Temenekî min ê ku mala duyemîn bikim nîne” de bimîne!   MA / Sedat Yilmaz