Ferît Şenyaşar: Wezîr ji bo nobeta me nebîne di deriyê piştê re dikeve hundir 2023-03-02 13:25:46   RIHA - Ferît Şenyaşar ê Nobeta xwe ya Edaletê didomîne, diyar kir ku Wezîr Bekîr Bozdag duh hatiye Edliyeya Rihayê lê di deriyê piştê re ketiye hundir û derketiye û wiha got: “Ji bo ku nobet û pankarta me nebîne di deriyê piştê re dikeve hundir.”    Çalakiya Nobeta Edaletê ku Malbata Şenyaşar di 9’ê adara 2021’an de li ber Edliyeya Rihayê daye destpêkirin di roja 710’emîn de berdewam dike.    ‘HÊZA ME YA EM SEBIR BIKIN NEMA’   Ferît Şenyaşar, anî ziman ku di têkoşîna xwe de her kes mafdar e û her kes vê yekê dizane û wiha got: “Dozger dibêjin ‘sebir bikin, bisekinin’. Êdî hêza me ya em sebir bikin nema. Bila demildest dîmenên nexweşxaneyê derkevin holê. Rayedarên dewletê jî dibêjin qeyd di arşîva dewletê de ne.”   ‘NIKARIN DERKEVIN NAVA GEL’    Şenyaşar, da zanîn ku duh Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag hatiye Edliyeya Rihayê û wiha berdewam kir: “Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag li edliyeyê bi serdozger re hevdîtin kir. Lê ji bo nobeta edaletê ya li ber deriyê edliyeyê nebîne ne ji deriyê pêşiyê yê Edliyeya Rihayê ji deriyê piştê kete hundir û derket. Ev bêsamîmiyet û tirsonekiya Wezîrê Dadê Bekîr Bozdag dide nîşandan. Li vê derê dayikek heye û hemwelatiya vî welatî ye. AKP bêyî dayikê bibîne nikare li Rihayê derkeve nava gel. Hemû gelê Rihayê vê zilm û bêhiqûqiyê dibîne. Wezîr tên vir. Parlamenterên AKP’ê tên lê yek ji wan nikare derkeve nava gel.”   Şenyaşar destnîşan kir ku di têkoşîna xwe de bi biryar in û dest jê bernadin û ev tişt gotin: “Edalet dereng were jî wê bi cih were. Niha kesê di bin navê parlamenteriyê de ev komkujî pêk anî li qadan digere. Lê dema sibê du sibe parlamenteriya wî xelas wê weke birayê xwe bikeve girtîgehê.”