Danişîna Doza Vartînîsê dîsa hate taloqkirin 2023-03-02 16:10:37   ENQERE - Danişîna Doza Vartînîsê bi hinceta bersûcê fîrarî Bulent Karaoglû yê ji Îlona 2021’an ve derbarê wî de biryara girtinê heye “nehatiye dîtin” hate taloqkirin.    Di 3’yê Cotmeha sala 1993’yan de li bajarokê Vartînîs ê Têlî ya Mûşê ji heman malbatê 9 kes hatibûn qetilkirin û ev komkujî di dîrokê de weke Komkujiya Vartînîsê cih girt. Piştî ku di Doza Vartînîsê de biryara beraetê hate dayîn, di lêkolîna temyîzê ya Dadgeha Bilind de biryara betalkirinê hatibû dayîn. Bi betalkirina biryara beraetê re doz dîsa hate dîtin. 12’emîn danişîna Doza Vartînîsê li 1’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Kirikkaleyê hate lidarxistin.   Parêzerên danişînê bi SEGBÎS’ê beşdarî danişînê bûn. Tevî ku di Îlona 2021’an de der barê bersûcê fîrarî Bulent Karaoglû de biryara girtinê hatiye dayîn jî, ji ber bersûc tev li danişînê nebû, doz taloqî 30’ê adarê hat kirin.