BDP'iyên ku avahiyên qaçax xera kirin tên darizandin 2023-03-03 09:02:44 MÊRDÎN - Avahiyên di erdhejê de hilweşiyane eşkere dikin ku şaredariyên AKP-MHP'î ji bo rantê destûra îmarê dane. Her wiha tê dîtin ku ji bo tesfiyekirina siyaseta kurd jî şaredarên avahiyên qaçax rûxandine an jî hewl dane birûxînin, li şaredaran doz hatine vekirin.    Piştî erdhejên Mereşê yek ji mijarên herî zêde tê nîqaşkirin jî polîtîkayên rantê yên rêveberiyên xwecihî ne. Planên îmarê yên li ser esasên rantxuriyê yên şaredariyan ji nedîtî ve tên, lê wekî ku tekane berpirs muteahîd bin lêpirsîn li ser lêpirsînê tê kirin.    Di van darizandinan de bi tu awayî dest li rayedar û rêveberên xwecihî yên desthilatê nayê gerandin û metahîdên tên girtin jî, piştî demeke kurt tên berdan û nelirêtiyên xwe jî ji cihê mayî didomînin.    Li gel vê bes ji bo tesfiyekirina siyaseta kurd, şaredarên avahiyên qaçax rûxandine an jî hewl dane birûxînin, li şaredaran doz hatine vekirin. Şaredarên Şaredariyên Partiya Aştî û Demokrasiyê (BDP) ji ber ku hewl dane avahiyên qaçax hilweşînin der barê wan de doz hatine vekirin.    Yek ji van dozan jî ya der barê Şaredariya BDP'î ya Qoserê de ye. Di sala 2013'an de gava şaredarî biryar dide ku avahiyeke qaçax a li Taxa Ataturkê hilweşîne, xwediyê înşeatê giliyê Şaredar Ferhan Turk û rayedarên şaredariyê yên wê demê dike. serdozgeriya Komarê ya Qoserê jî ji bo vê destûr ji Wezareta Karên Navxweyî xwestiye, lê wezaretê bi salan bersiv nedaye.   PIŞTÎ PÊVAJO XIRAB BÛ DESTÛR HAT DAYÎN   Piştî ku Serokkomarê AKP'î Tayyîp Erdogan dawî li "Pêvajoya Çareseriya Demokratîk" anî, li ser hev doz li siyasetmedarên kurd hatin vekirin. Wezareta Karên Navxweyî jî daxwaza serdozgeriyê ku 3 salan ew nebersivandibû, di mijdara 2016'an de bersivand û hişt ku serdozgerî dozê veke. Piştî pesendkirian wezaretê, der barê kesên di navbera 2006-2016'an de Şaredariya Qoserê bir ê ve birine destûra destpêkirina lêpirsînan da.    ÎDIANAME   Piştî vê dozgerî jî di adara 2020'î de der barê şaredar Cîhan Sabcar (2006-2009) û Ferhan Turk (2009-2014) û hevşaredar Îsmaîl Asî û Leyla Salman (2014- û piştî wê) û hin xebatkarên şaredariyê de bi îdiaya "peywira xwe bi cih nenanîne" îdianame amade kir. Dozên navborî li Dadgeha Ceza ya Asliye ya 4'an a Qoserê didomin.    QEYÛMAN JÎ NEKIR   Şaredariya Qoserê ji sala 2016'an ve ji aliyê qeyûman ve tê birêvebirin. Lê belê xebatên parselkirinê ku di salên 2000'î de dest pê kirine û di dema 4 qeyûman de jî nehatin temamkirin. Her wiha di dema qeyûman de planên îmarê hatin guherandin û "nelirêtî" li ser nelirêtiyê derketin holê. Qeyûmê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman ji ber van nelirêtiyan ji peywirê hat girtin û li şûna wî Mahmût Demîrtaş wekî qeyûm hat tayînkirin. Planên berê ji aliyê qeyûm Demîrtaş ve hatin betalkirin. Ji ber vê planên parselkirinê û planên îmarê yên berê hatin sekinandin û li navçeyê hê jî xebatên parselkirinê nehatine temamkirin.    MA / Ahmet Kanbal