‘Yên xelas bûn’ berê xwe dan gund: Nifûs bû du qat 2023-03-03 09:36:38   HATAY - Li Bajarên ku ji erdhejê bi bandor bûn nifûsa gundan bû du-sê qat. Nifûsa gundê Aknehîr yê navçeya Samandagiyê ku hezar û 400 e gihişt 3 hezaran.    Gundên ku di encama polîtîkaya koçberiya ji gund ber bi bajar ve ya kapîtalîzmê de hatin valakirin, ji ber karesata erdhejê tejî mirov bûn. Herkesên ku bi şens bûn xwe xelas kirin û cenazeyê xwe veşartin her tiştên xwe firotin û berê xwe dan gund. Gundê Aknehîr yê navçeya Samandag a Hatayê ku jora wê Keşîşxaneya St. Sîmon heye û di nav çiyayên bi dar, darên porteqal, lîmon, hejîr, zeytûnan de weke baxçeyekî veşartî ye niha ji mirovan tejî bû. Hin ji wan li cem xizmên xwe hin li cem cîranê xwe û hin ji wan jî li zeviyeke vala kon vedane û bi cih bûne.    NIFÛSA GUND DU QAT ZÊDE BÛ   Tevî ku li gund gelek xanî bixesar in jî bi konên li ber deriyê wan hatine danîn ji bo niha çareseriyeke demkî peyda dikin. Muxtar Îsa Taş diyar kir ku di rewşa asayî de tenê mirovên pîr li gund diman, ciwan an li bajar an jî li bajar û welatên din dijîn û ragihand ku nifûsa gundê ji 500 xaniyan pêk tê hezar û 480 bû ji ber erdhejê niha gihiştiye 3 hezaran. Gelek mirov hêj jî tên gund.    DI ODEYEKÊ DE 30 KES DIMÎNIN    Yek ji şêniya gund Zehra Yolcû (64) anî ziman ku piştî erdhejê xizm, heval, hogir, cîranên berê yê li bajêr kê karî ji erdhejê xelas be rojekê pişt re hatin gund. Yolcû, diyar kir ku roja ew il neçar man di odeyekÊ de 30 kes bimînin.    ‘KESÊN ACIZ ZÊDE BÛN’   Alî Abbas Yolcû (79) ku destnîşan dike ji baweriya Şêx û Ehl-i Beyt e yek ji wane ku bi hevjîna xwe re roja duyemîn hatine gund. Yolcû bi lêv kir ku beriya niha her tiştê xwe firot û li bajêr bi cih bû, anî ziman ku niha li mala birayê xwe dimîne û nizane wê çend rojan bimîne. Yolcû ku mala wî hilweşiya û tiştekî wî nema hêrsa xwe bi van gotinan tîne ziman: “Li cîhanê kesên serbilind, hesan û aciz dijîn. Kesên serbilind ava dikin, yên hesan dixebitin û kesên aciz jî tarî ne. Vî zemanî kesên aciz zêde bûne.”   70 CENAZE HATIN GUND   Delal Delî diyar kir ku heta niha 70 cenaze anîne li gundê karê rez-baxçe û hinek jî sewalkarî tê kirin û destnîşan kir ku tenê ji malbata xwe 17 kes winda kirine. Delîl, anî ziman ku ji ber wesayît nedîtin neçar man cenazeyên xwe li bajêr veşêrin.    ROJ LI BAJÊR BI ŞEV LI GUND IN   Kesên ji gund ên li derveyî bajar û welat dijîn jî bi hawara xizmên xwe hatine. Herkesên ku ji derve hatine bi roj tev li tora piştevaniyê dibin û bi şev jî vedigerin gund. Kesên li ber deriyên xaniyan, qehweyan û dikanan kom bûne li aliyekî sohbet dikin li aliyê din jî karê ji destê wan tê dikin.    Ciwanekî ku li Erebistanê kuafor e diyar dike ku ji ber erdhejê hatiye gund û li aliyê din jî porê heval hogir û cîranên xwe yên ketine dorê traş dike.    BÊ SIYASET SOHBET DIBE!   Sohbetên komên biçûk ên li her kolanê, li ber deriyê her malê kom bûne, mîna qadeke siyasetê ya bi peyaman tijî ye. Li gundê ku erebên elewî lê ne bi gotinên di erdhejê de tenê hatine hiştin û ev polîtîkayeke bizanebûne bi peyaman didin hîskirin. Şêniyên gund ên ji wan re piştgirî nehate dayîn rayedarên xwe negihandin wan û daxuyaniyên desthilatê nirxandin fikara xwe ya ji bo avaniya demografik û koçberiyê venaşêrin. Yek ji şêniyên gund ku dibêje “Ev hemû jî derewan dikin” têkildarî sekn û helwesta Perwîn Bûldan keyfxweşiya xwe anî ziman, ev yek nêrîna hevpar a gelek kesan nîşan dide.    MA / Azad Altay - Sedat Yilmaz