Dilxwazên erdhejê: Îktidara ku xwest piştevaniyê asteng bike bi ser neket 2023-03-03 09:40:46   MEREŞ - Dilxwazan diyar kir ku beriya qeyûm tayînî Navenda Koordînasyona Krîzê ya li Gundê Hasankoca yê Bazarcixê bê kirin wan alîkarî gihandiye 180 gundan û îktidarê xwest pêşiya piştevaniyê bigire lê bi ser neket.    Her roj ku bi ser erdhejê re derbas dibe hin bêtir rûxandin ango hilweşîneriya erdhejên ku naveda wê navçeyên Bazarcix û Elbistan ên Mereşê bûn derdikeve holê. Rêxistinên sivîl, partiyên siyasî û dilxwazên ku li dijî hilweşandinê ketin tevgerê ji roja ewil ve birînên mexdûrên erdhejê dipêçin. Lê alîkariya dilxwazan û HDP’ê li zora AKP’ê çû û xwest alîkariya ku bi pêşengiya HDP’ê hatiye berhevkirin, bixe bin kontrola xwe. Îktidara AKP’ê qeyûm danî ser Navenda Koordînasyonê ya Krîzê ya HDP’ê ku li gundê Hasankoca yê Bazarcixa Mereşê hatibû avakirin.    Beriya qeyûm tayînî vê navenda alîkariyê bê kirin, dilxwazan ji vê navendê pêdiviyên bi hezaran mexdûrên erdhejê bicih anîn. Dilxwazan sê rojên ewil ên erdhejê pêdiviyên welatiyan ên hêwirînê, xurek, tenduristî û germkirinê bicih anîn. Dilxwaz gund bi gund geriyan û hewl dan birînên mexdûran bipêçin. Dilxwazan diyar kir ku beriya qeyûm bê tayînkirin wan alîkariyê gihandiye 180 gundan. Dilxwaz diyar dikin ku nêzî 39 TIR alîkarî gihîştiye navenda koordînasyonê û wan jî vê alîkariyê bi pîkab û wesayîtan belav kirine.    Civaknas Helîm Barîn ku ji roja ewil ve ji Amedê tev li xebatên alîkarî û piştevaniyê bû û hat Bazarcixê diyar kir ku wan li Gundê Hasankoca li embarekê alîkarî berhev kirine û dest bi belavkirina alîkariyê kirine. Barîn da zanîn ku wan roja ewil pergalek dan rûniştandin û got: “Di pergala me de alozî nebû. Me pergalek wisa amade kiribû ku kî dihat digot we perwerdehiya profesyonek a vî karî girtiye. Me her roj dixwest hejmara dilxwazan zêde bikin.”    ‘XWESTIN PIŞTEVANIYÊ ASTENG BIKIN’    Barîn diyar kir ku bi tayînkirina qeyûm re bi temamî hat xwestin pêşî li piştevaniyê bê girtin û wiha got: “Lê nikarin bi qeyûman kelecana me bitepisînin. Berovajî vê kelecana me hin bêtir zêde bû. Qeyûm hat û talank kir û xwest pêşî li wê piştevaniyê bigire. Hatin hemû eşyayên li wir desteser kirin. Navê vê talan û dizî ye.”    QEYÛM ALÎKARÎ NEGIHANDIYE XELKÊ    Barîn da zanîn ku qeyûm piştî hat tayînkirin 12 rojan alîkariyê li mexdûran belav nekiriye û got: “Nikaribûn ewqas kelûpel rakin. Me ji gundiyan jî pirsî ku qeyûm tiştek nekiriye. Gel pir ji me kêfxweş bû. Kêfxweş dibûn ku em alîkariyê li wan belav dikin.”    'HÛN NE BI TENÊ NE’   Barîn destnîşan kir ku qurbanî, birîndar hene û xelkê wan perîşan bûye û wiha axivî: “Lewma ye ku karê me hê li vir gelek e. Birînên vê karesatê bu du sê mehan nayê başkirin. Em ê bi hev re vê felaketê ji ser xwe biavêjin. Gelê me ne bi tenê ye.”   ‘ÎKTIDAR CIHÊKARIYÊ DIKE’    Hunermenda sînemayê Zinar Karabaş jî da zanîn ku ew bi dilxwazî hatiye herêmê û got: “Saziyên dewletê dema alîkarî belav dikin, cihêkariyê dixin nava xelkê. Hin bêtir alîkarî didin alîgirên xwe. Jin li herêmên erdhejê di nav şert û mercên zehmet de dijîn. Lewma jin ji me bêtir kedê didin û dixwazin birînên mexdûran bipêçin.”    EM Ê XWE BIGIHÎNIN CIHÊ KU ÎKTIDARÊ XWE NAGIHÎNÊ    Hunermenda sînemayê Rojhilat Aksoy jî diyar kir ku ew bi dilxwazî hatiye herêma erdhejê ji bo birînên mexdûrên erdhejê bipêçe û wiha axivî: “Me destpêkê de ferq kir ku wê ev karesat demildest neyê çareserkirin. Lewma me plansaziyek xebatek dûr û dirêj danî pêşiya xwe. Îktidarê gelek dereng alîkarî şand herêmê. Xwest bi alîkariya şand jî pesnê xwe bide. Em ê li dijî vê yekê xwe bigihînin cihê ku îktidarê hê jî xwe negihandiyê û em ê alîkariya xelkê xwe bikin. Gelek gund bêalîkarî mane. Ji ber ku kon dereng hatin, berê xelkê dan koçberiyê. Mexdûrên erdhejê dixwazin li baxçeyên malên xwe konên xwe deynin. Lê xelk naxwaze koç bike. Yên ku rojên ewil koç kirin, gelek ji wan vegeriyane. Em ê bi ruhê 8’ê Adarê bixebitin û piştevaniya jinan û xelkê xwe bikin.”    MA / Rûkiye Adiguzel