Li herêma erdhejê xizmeta tenduristiya hevişîner tune ye 2023-03-03 10:54:34 HATAY - Endamê MK’a TTB’ê Dr. Onur Karahanci da zanîn ku li herêmên erdhejê hêj niha jî pirsgirêka ava paqij û konan heye û ev tişt anî ziman: “Em li gorî derfetên xwe hewl didin pêşî li ber şewban bigirin. Ji bo ku bi hev re xizmetên tenduristiya hevişîner bikin me bang li wezareta tenduristiyê kir lê bersiv nedan me.”    Di encama erdhejên 6’ê Sibatê yên Mereşê û di erdhejên 20’ê sibatê de li Hatayê bi hezaran avahî hilweşiyan û pirsgirêkên avê û alavên hîjyenê de pirsgirêk hêj didomin. Xebatên rakirina kavilan ên li bajar berdewam in û negirtina tevdîrên pêwîst xetereya nexweşiyên şewbê û absestê mezintir dikin.    Endamê Konseya Navendî ya Yekitiya Bijîşkên Tirk (TTB) Dr. Onur Karahanci bal kişand ser xizmetên tenduristiyê yên hevişîner ên bajar.    AVA PAQIJ PEYDA NABE   Karahanci, dibêje; “Heke hêj jî zarokeke dicemide hebe, heke hêjta koneke ku zarok tê de bimîne tune be, heke hêj jî nekarin ava paqij peyda bikin, wê demê hewce nake em têkildarî mafê tenduristiyê biaxivin” û wiha didomîne: “Ev yek tê wê wateyê ku mafê tenduristiyê li holê nîne. Li herêmên erdhejê bûyerên gurîbûnê zêde dibin. Ji bo pêşîlêgirtina vê derman, losyon û melhem tên dayîn lê ji bo van hewceye av hebe. Derfetên peydakirina avê nînin lewma em nikarin van dermanan bidin. Îktîdara ku dibêje ji hêla teknolojiyê ve pir pêş ketine, hêj nikare rê li ber gurîbûnê bigire û avê peyda bike.”    MAFÊ TENDURISTIYÊ TÊ ASTENGKIRIN   Bi domdarî Karahanci diyar kir ku ew li dijî nexweşiyên şewbê di nava hewldanên mezin de ne û ev tişt anî ziman: “Ji roja ewil heta niha me hewl da xwe bigihînin hemû herêmên erdhejê. Di hemû erdhejan de me heman bêorganîzetî, sersarî û têrnekirî dît. Tenduristvanên dilxwaz hewl didin tevdîran bigirin. Ji ber toza zêde, ji roja ewil heta niha gel bi giliya pirsgirêkên hilmijînê tên. Niha jî pirsgirêkên çerm dest pê kirin. Bi taybet jî nexweşiyên gurîbûn û spî ketinê zêde dibin. Di jinan de jî bi taybet enfeksiyona vajînal pir zêde bûye. Tevdîrên wê jî pir hêsan in. Ava paqij, bincilên paqij, ped û daşir. Lê ev jî tune ne. Her wiha nexweşiyên kronîk jî zêde dibin. Sedema vê jî xelk nikare xwe germ bike û teniya ji ber darên tên şewitandinin. Em tevdîran digirin ku rê li ber xetereyên wê bigirin.”   TEVDÎRÊN LI DIJÎ ABSESTÊ   Her wiha Karahanci li dijî xetereya absestê jî hişyarî da û wiha got: “Lewma divê li herêmên erdhejê maske bên bikaranîn. Li dijî absestê me hewl da maskeyan li xebatkaran belav bikin. Divê ev bêpere be û li her devera bajar bê kirin. Dive di dema hilweşandinê de av bê bikaranîn da ku toz ranebe. Lê li vir tiştekî wisa nayê kirin. Kedkarên tenduristiyê li herêmê bi dilxwazî dixebitin. Me ji bo xebateke hevpar bang li wezareta tenduristiyê da lê bersiv nedan. Xetereyeke mezin li ser jiyana gel heye û divê lez bidin xizmetên tenduristiya hevişîner. Divê her kes li ser vê mijarê bisekine. Lewma divê bi rêxistinên pîşeyî û kedkarên tenduristiyê re pêvajoyeke eşkere bê meşandin. Li pêşiya me pêvajoyeke domdirêj heye. Erdhej çêbû û her tişt bi dawî nebû. Bandoreke giran a psîko-sosyal heye û gelek nexweşiyên kronîk bi xwe re tîne. Divê xizmetên tenduristiya hevişîner, zarok, jinên ducanî neyên jibîrkirin û plansaziyeke baş were kirin. Divê em vê yekê bi hev re bikin.”    MA / Eylem Akdag - Mujdat Can