Ji TÎHV’ê rapora erdhejê: Derfetên cemaweriyê baş nehatin bikaranîn 2023-03-03 13:59:59   STENBOL - TÎHV’ê “Rapora Binpêkirina Mafên Mirovan” a têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên li 11 herêmên erdhejê parve kir. TÎHV’ê got: “Derfetên cemaweriyê baş nehatin bikaranîn û bi awayeke eşkere ‘krîza rêveberiya krîzê’ hebû.”    Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) têkildarî binpêkirinên mafên mirovan ên di navbera 6 û 27’ê sibatê piştî erdhejê li herêmên erdhejê derketin holê raporek amade kir. Rapor ji 28 rûpelan pêk tê sernavên weke ; “Binpêkirinên Mafê Jiyanê”, “Ewlehiya Şexs”, “Azadiya Fikr û Xweîfadekirinê”, “Azadiya Civîn û Xwepêşandanan” û “Azadiya Xwebirêxistinkirin û Piştevaniyê” hebûn.    DANEYÊN FERMÎ   Di raporê de hat destnîşankirin ku di erdhejê de heta 26’ê sibatê 44 hezar û 374 kesan jiyana xwe ji dest dane, 108 hezar û 68 kes birîndar bûne û 164 hezar û 321 avahî jî hilweşiyan, divê tavilê bên hilweşandin an jî xisareke mezin gihiştiyê. Bi domdarî wiha hat gotin: “Di erdhejê de binesaziya gelemperiya bajar û navçeyan têk çû û avahiyên cemaweriyê, nexweşxane, pergalên ragihandinê, xetên enerjiyê, rêyên bejahî û rêhesin, balafirgeh xisareke mezin gihiştê û nema dikarin bên bikaranîn. Jiyana xwezayî texrîb bû û ev karesata xwezayî veguherî karesateke mirovî.”    ERDOGAN LI XWE MIKÛR HAT    Bi domdarî di raporê de hate gotin ku ji ber ku rayedaran pêdiviyên zanistî nehatin bicihanîn, li hişyarî û rexneyên kesên pispor, zanist, rêxistinên pîşeyî û rêxistinên civaka sivîl nehat kirin, erdhej veguheriye karesatê. Rapor wiha dom kir: “Piştî erdhejê jî xeletiyên mezin hatin kirin, xemsarî, bêkoordînasyonî hebû. Ev jî sedemên vê karesatê ne.  Di dema erdhejê de xebatên lêgerîn-rizgarkirinê baş nehatin kirin, bêorganîzebûneke mezin hebû, dereng mudaxale hate kirin. Xebat, bi kêmek kadroyan û bêyî ekîbmanan hatin kirin. Derfetên cemaweriyê baş nehatin bikaranîn. Pir bi eşkereyî krîza rêveberiya krîzê hate jiyîn. Vê jî hejmara mirî û birîndaran zêdetir kir. Erdogan, bi gotinên ‘di rojên ewil de kêmaniyên me çêbûn, heqê xwe li me helal bikin’ li xwe mikûr hat ku krîza rêveberiya krîzê heye ku bedeleke giran bi xwe re anî.”     BINPÊKIRIN HATIN RÊZKIRIN   Di raporê de ev binpêkirin hatin rêzkirin:   “* Di mudaxaleya hêzên ewlekariyê de li herêmên erdhejê 3 girtî hatin kuştin û 9 jî birîndar bûn.    *Di encama îşkence û miameleya xerab a di bin çavan de kesekî jiyana xwe ji dest da.    *Herî kêm li dijî 2 kesan hewldana lînçkirinê bû.    *Di 9 bûyerên cuda de 17 kes rastî îşkence û miamaleya xerab hatin. Kesekî jiyana xwe ji dest da û herî kêm 10 jî birîndar bûn.    *Ji 1902 zarokên malbatên wan nediyar nasnameya 1820’an hat tespîtkirin û ya 82’yan jî nehat tespîtkirin.    *Li herêmên erdhejê 22 rojnameger, 11 endamên hêzên ewlekariyê û 11 sivîl rastî mudaxaleyê hatin û di encamê de rojnamek birîndar bû 4 jî hatin binçavkirin. Her wiha destûr nedan rojnamegerekî biyanî bikeve welêt.    *Bi hinceta parvekirinên medyaya civakî 2 rojnameger bi îdiaya “Yekser agahiyên xelet parve dike” hatin girtin.    *Di encama lêkolînên ser parvekirinên têkildarî erdhejê yên li ser medyaya civakî, derheqê 575 kesan de kiriyarî hatin kirin, 141 kes hatin binçavkirin û 27 kes hatin girtin.    *RTUK’ê ji ber bernameya ‘Weşana Taybet a Karesata Mezin’ a Halk TV’ê û bernameya ’18 Deqîqe’ ya Tele 1’ê, 5 caran cezayê sekinandinê û cezayê pereyan da.    *Ji ber bernameya ‘Forum’ a Tele 1’ê, ji ber bernameya ‘Rûpela Navîn’ a FOX TV’ê û ji ber bernameya ‘Meydana Gel’ a Halk TV’ê, cezayê pereyan li her sê kanalan birî.    * Hêzên ewlekariyê mudaxaleyî 10 xwepêşandan û civînên aştiyane kirin û 246 kes bi îşkence û miamaleya xerab binçav kirin.    *Welatî, rêxistinên civaka sivîl, partiyên siyasî û şaredarî yên ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî kom dikirin, 20 caran hatin astengkirin. 16 kes hatin binçavkirin, 6 kes bi awayekî keyfî ji azadiya xwe bêpar hatin hiştin, herî kêm yek jê rastî tundiya fîzîkî hat û li yekî jî cezayê pereyan hat birîn.    *Hêzên ewlekariyê, qeymeqamtî yan jî AFAD’ê herî kêm 7 caran dest danîn ser alavên alîkariyê.    *Di encama êrişa li dijî xebatên komkirina alîkariyan de herî kêm kesek bi çekê hat birîndarkirin.    *100 TIR’ên Partiya Pêşerojê û 1500 kon, 8 TIR, 2 kamyonên alîkariyê, 30 konteynir û 120 jeneratorên HDP’ê hatin desteserkirin.”