Di mehekê de li Îranê 76 kurd hatin girtin 2023-03-03 14:56:48   WAN - Li gorî îstatîstîkên Navenda Mafên Mirovan a Hengaw’ê; di meha sibatê li Îranê herî kêm 76 kurd bi hinceta xebatên siyasî ji hêla rejîma Îranê ve hatin girtin.    Li gorî daneyên Navenda Mafên Mirovan a Hengaw’ê; li Îranê 76 kurd bi tawanbariyên xebatên siyasî û alîkariya bi partiyên kurd re, 3 kes jî ji ber xebatên olî hatin girtin an jî hatin revandin. Li gorî daneyan, di meha berê de jî herî kêm jinek, 4 zarokên emrê wan di bin 18 saliyê de, 2 xwendekarên zanîngehê û mamosteyek ji hêla hêzên rejîmê ve hatin revandin.    Bajarên kesên hatine girtin an jî revandin wiha ne: “Li Kirmanşahê 6, li Urmiyeyê 21, li Sanaayê 25, li Îlamê 23 û kesekê din.”