‘Em ê jiyaneke azadîxwaziya jinê bi destê xwe ava bikin’ 2023-03-03 15:18:44   SEMSÛR - Aktîvîstên TJA’yê ku li Semsûrê li konbajar ji mirovan zincîr çêkirin û ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî li kamyonê bi cih kirin ev peyam dan: “Em ê jiyaneke komînal û azadîxwaziya jinê bi destê xwe ava bikin.”   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz a li ser navê aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) axivî, wiha got: “Em ê jiyaneke komînal û azadîxwaziya jinê bi destê xwe ava bikin.”   TJA’yê di çarçoveya bernameya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de ji bo bi jinên mexdûrên erdhejê re bikeve nava piştevaniyê li ber konê jinan ê li konbajarê li Taxa Narlikûyû ya navenda Semsûrê civîna çapemeniyê li dar xist.    Beriya daxuyaniyê Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (DBP) Salîha Aydenîz, parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Amedê Remziye Tosûn, endamên Komeleya Jinan a Rosayê, Meclisa Dayikên Aştiyê ya Amedê û Komeleya Hiqûqnasên Ji Bo Azadiyê (OHD) û aktivîstên TJA’yê yek bi yek serdana konan kir. Jinan pişt re zincîr çêkirin malzemeyên pêwîst ku dê di tevahiya rojê de li mexdûrên erdhejê yên lig undan belav bikin li kamyonan bi cih kirin. Rêxistinên sivîl ên civakî yên li konbajêr jî ketin nav piştevaniyê.    ‘EM ARMANC DIKIN BI HEV RE BIN’   Di daxuyaniya li ber konê ku TJA’yê vedayî hate dayîn de pankarta “Bijî 8’ê Adarê Dem Dema Jin Jiyan Azadiyê Ye!” hate vekirin. Seroka Komeleya Jinan a Rosayê Adalet Kaya ku di daxuyaniyê de axivî, destnîşan kir ku karesata xwezayî di encama polîtîkayên feraseta mêr de pêk hatiye û wiha got: “Ev qirkirina ku li gelek bajarên Kurdistanê pêk hat di encama pergalê de çêbûye. Me careke din dît ku rêxistinbûyîna jinan çiqas girîng e. Em jinûve jiyanê û bi hev re bûnê armanc dikin. Ji bo em jiyaneke baş birêxistin bikin divê em têkoşînê bilind bikin.”   ‘DEWLET JI BO BEKAYA XWE HEYE’   Hevseroka Giştî ya DBP’ê Salîha Aydenîz jî diyar kir ku roja erdhejê ya 26’an e, dewletê bi tu awayî alîkariya gel nekir. Aydenîz, bal kişand ku jin, ciwan, rêxistinên girseyî yên demokratîk bi rojane li qadê ne û wiha got: “Ji bo mezinkirina têkoşînê ji bo jiyaneke baş û alternatif dilxwaz li vir bûn. Em dizanin ku vê felaketê nîşanî me da ku dewlet bi tu awayî serkeftî nebû. Dewletê xwarin û xurek belav nekir. Dewlet ji bo armanc û bekaya xwe heye.”   ‘EM HELAL NAKIN EM Ê HESABÊ BISTÎNIN’    Aydenîz, diyar kir ku bi piştevaniyê jiyaneke demokratîk pêkan e û ev tişt gotin: “Piştevaniya derket holê têkoşîna jiyaneke ekolojîk, demokratîk û azadîxwaziya jinê ye. Me di vê piştevaniyê de dît ku qadên jiyanê bi piştevaniyê dikarin dervevin holê. Dibêjin ku ‘em dewlet in û alîkariya gel dikin, li kolanane û li qadan e.’ Bi wezîr, şaredarî û alîkarên xwe li tu deran nebûn. Tenê bi xeber û heqaretên xwe hebûn. Îro derdikevin helaliyê dixwazin, em heqê xwe helal nakin, em ê hesabê bipirsin. Em ê hesaba astengkirina alîkariyan, tenê hiştina jinan û terkkirina mirovan a mirinê bipirsin. Em ê ji ji kesên OHAL derxist holê hesabê bipirsin. Em jiyaneke alternatîf, azadîxwaziya jinê û komînal bi destên xwe ava bikin.”