Di bin kavilên avahiya bi kefê kiribû 2 bloq de jiyana xwe ji dest da! 2023-03-03 15:54:12   DÎLOK - Mitehitê bi navê Okkeş Yavuz, bi rêya kef û zemqê avahiyê xwe kiribû 2 bloq û di erdhejê di bin kavilên heman avahî de jiyana xwe ji dest da.    Têkildarî hinek avahiyên di erdheja Mereşê de li navçeyên Nûrdagi û Islehiye yên Dîlokê hilweşiyayîn, lêpirsîn hatibû destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de 29 kes hatine girtin. Li Islehiyeyê mitehitê bi navê Okkeş Yavuz, bi avahiyê çêkirî re hem bû sedema mirina xwe û hem jî ya gelek kesan. Yavuz, li Taxa Yavuz Selîm a Islehiyeyê Xaniyên Yavuz (Apartmana Duygu) çêkiribû û bi hilweşîna apartmanê re gelek kesan jiyana xwe ji dest dan.    APARTMAN BI RÊYA KEFÊ KIRIYE DU BLOQ   Tevî ku tenê yek apartmane jî, bi navberekê bi qasî metreyekê Apartmana Duygu kiriye du bloq. Her du bloq jî bi hesinên pir zirav ku bi rêya kef û zemqê hatine zeliqandin girê daye.    GELEK KEF Û ZEMQ ANÎN AVAHÎ   Şêweyê hilweşîna avahî ya di dema erdhejê de, her wiha nîşaneya şêweyê çêkirina Yavuz a avahî nîşan dide. Di dema erdhejê de bloqekê ji ber kef û zemqa hatiye bikaranîn, bi ser bloqa din de çûye û wisa hilweşiyan e. Tê gotin ku di bin kavilên wê de tu xebatên lêgerîn-rizgarkirinê nehatine kirin, AFAD’ê li vir xebateke baş ne kiriye û xebatên niha jî ji bo derxistina hesinan tên kirin.    DI ROJA 18’AN DE BI AWAYEKÎ RASTHATÎ HATE DÎTIN   Tê gotin ku hêj niha jî gelek kes di bin kavilan de ne û dema welatiyek bi rêya vîncê hewl dide wesayîta xwe ya di bin kavilên Apartmana Duguyê de derxîne, bi awayekî rasthatî cenazeyê jinekê dibîne.