ÎSÎG: Di Çileyê de 119 û di Sibatê de 182 karkeran jiyana xwe ji dest daye 2023-03-03 18:18:48   STENBOL -ÎSÎG'ê ragihand ku di meha Çileyê de 119 û di meha Sibatê de herî kêm 182 karkeran jiyana xwe ji dest daye.   Meclîsa Tenduristî û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora xwe ya li ser cînayetên kar ên meha Çile û Sibatê eşkere kir. Meclîsê ragihand ku di meha Çileyê de 119 û di meha Sibatê de jî herî kêm 182 karkeran jiyana xwe ji dest daye.   ÎSÎG’ê di rapora xwe de diyar kir ku ji sedî 32'yê cînayetên kar ji ber qezaya trafîkê, ji sedî 19 ji ber mayinda di bin hezazê de û ji sedî 19 jî ji ber ketinê pêk hatine. Di raporê de hat diyarkirin ku cînayetên kar herî zêde di sektorên înşeatê de pêk hatine û Stenbol jî yek ji bajarên ku herî zêde cînayetên kar lê pêk tê.    ÎSÎG’ê destnîşan kir ku di meha Sibatê de ji ber erdheja Mereşê karkerên ku li cihê kar an jî karkerên ku bi fermana karbidestdan çûne herêma erdhejê û jiyana xwe ji dest dane wê weke cînayetên kar werin hesibandin. Hat diyarkirin ku piraniya mirinên di meha Sibatê de li herêmên erdhejê pêk hatine.   Li gorî raporê, di meha Sibatê de mirina karkeran ji sedî 53 li herêmên erdhejê Semsûr, Mereş û Hatayê pêk hatine.