ÎHD'ê li Enqere û Îzmîrê Nobeda Aştiyê girt 2023-03-03 20:30:40   NAVENDA NÛÇEYAN - Şaxên ÎHD'ê yên Enqere û Îzmîrê, Nobeda Aştiyê ku her meh îna ewil digirin, vê mehê têkildarî cihêkariyên ku piştî erdhejê rû dane girtin.    Şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ên Enqere û Îzmîrê Nobeda Aştiyê ku her meh îna ewil digirin, vê mehê têkildarî cihêkariyên ku piştî erdhejê rû dane girtin.    Nûnerên ANKAYDER û rêveberiya HDP'a Îzmîrê piştgirî dan Nobeda Aştiyê ya li avahiya ÎHD a Şaxa Îzmîrê. Di nobedê de li ser cihêkariyên ku li herêmên erdhejê hatine kirin hat sekinandin.    Piştî nobedê li ber Sumerbanka Kevn a li navçeya Konaê daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser "Cihêkarî û alozî dikuje, aştî û piştevanî jiyan e" hat vekirin. Sekreterê Giştî yê Wefqa Mafên mirovan a Tirkiyeyê Coşkûn Ustercî, hevserokêN HDP'a Îzmîrê û gelek welatî tevlî dauxyaniyê bûn. Sekreterê ÎHD a Şaxa Îzmîrê Alî Aydin metna daxuyaniyê xwend.    Aydin di daxuyaniyê de destnîşan kir ku encamên erdhej cihêkariya ziman, dîn, nijad, zayend û temen nake û got: "Li herêmê 2 milyon jê penaber 15 milyon kesî bandor ji erdhejê girt. Bi vê erdhejê re; penaberên ku bi şer, koçberî û newekheviyê re rû bi rû mane, careke din bi mirinê re rû bi rû hatin hiştin. Jiyana bi hev re, hêmana herî girîng a aştiya civakî ye. Bêyî cihêkariyê, rêza ji bo mafên hemû mirovan jiyana aştiyane xurt dike. Em bang li rayedaran dikin ku zirara madî û manewî ya hemû mirovên ji erdhejê bandor girtine hel bikin. Alîkarî mafê welatîbûnê ye, divê wekî sedeqeyê neyê dîtin û kirin."    ENQERE   Gelek kes tevlî nobeda ji aliyê ÎHD a Şaxa Enqereyê ve hat lidarxistin bûn. Hevseroka ÎHD a Şaxa Enqereyê Sevîl Tûrgûtê metna daxuyaniyê xwend.    Tûrgûtê bilêv kir ku desthilat ne tê de, erdhejê her kesî êşandiye û gel bi tenê hatiye hiştin û alîkariyên hatine şandin jî hatine astengkirin. Tûrgûtê bang li berpirsan kir ku îstifa bikin û got: "Em qebûl nakin ku berpirsiyariyê tenê têxin stuyê çend muteahîdan. Em bang li hemû kesên tiliya wan di vê karesatê de heye dikin ku îstifa bikin. Em dixwazin ev bên darizandin û cezakirin. Her wiha em ji bo piştevaniyê û bi hev re cebirandina birînan bang li gel dikin."   Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî destnîşan kir ku di dema karesatên mezin de kifş dibe ku bê mafê aştiyê çiq asî girîng e û got: "Di vê pêvajoya hilbijartinê de dixwazim ji hemû partiyên muxalefetê re vî tiştî bibêjim; teqez divê aştî û meseleya kurdî di rojeva we de be."